600 dolar buhayê lêgerîna bi telefonê bi ciwanekî wendayî re

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpost li navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî got ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û Ixwan el-Musilmîn ji sal û nîvekê ve ciwanekî Kurd ji gundê Qenterê revandiye û lêgerîna wî bi malbata wî re qedexe kiriye.


Nûçegihan tekez kir ku ciwanê bi navê Ronak Mihemed Îbiş ê 25 salî di Hezîrana 2018 de ji mala wî ya li gundê Qenterê hat revandin, malbata wî hewl dan pereyên pir bidin da ku bizanibin eger kurê wan zindî ye yan na.


Nûçegihan diyar kir ku beriya mehekê çekdarekî milîsên Îslamî hişt ku malbata wî ciwanî bi telefonê lê bigerin, û tenê wiha gotiye: “Ez hîna zindî me”, bêyî ku wî bihêlin rewşa tendrustiya xwe şîrove bike yan cihê xwe diyar bike, li beranberî vê hevoka bi riya telefonê, wî çekdarî 600 dolar ji malbatê standiye.


Nûçegihan destnîşan kir ku malbata wî ciwanî parêzerek li Ezazê jê re erkdar kiriye, wî parêzerî jî li beranberî serbestberdanê 500 dolar standiye, lê hema tiştek nekiriye.


Li gorî çalakgeran, piraniya Efrîniyên revandî di girtîgeha Ra’î de ne, û gotin ku di Hezîrana 2018 de hejmara wan navbera 700 û 800 kesî de bû, 50 ji wan jin in.


Çarenûsa wan kesên revandî jî nediyar e, ji ber ku dadgeh nîn in, li gorî hin agahiyan jî ji ber êşkenceya hov gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, wan kesan jî li cihekî li tenişta girtîgehê binax dikin û bêyî ku navên wan jî tomar bikin.

Post source : Taybet

Related posts