Li Efrînê hişyariyek ewlehî û di navbera dagirkeriya Tirk û milîsên “el-Şamiyê” de bêhedanek

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Îroj, roja Yekşemê li bajarê Efrînê hişyariyeke ewlehî ya mezin rû da, milîsên dagirkeriyê (polîsa sivîl û ya leşkerî) ereba û welatî li ser riya têketina Cindirêsê, gilovera Newroz û ya Kawa seh dikirin.


Nûçegianê Afrinpost li navenda bajêr ragihand ku milîsan çenteyên jinan jî seh dikirin, her wiha li bajêr bêhedaneke ewlehî di navbera milîsên el-Cebhe el-Şamiyê û leşkerên dagirkeriya Tirk de derketiye.


Nûçegihan destnîşan kir ku di nava 2 rojên dawî de, milîsên el-Şamiyê 3 navendên xwe li taxa Eşrefiyê û bêyî naskirina sedemê vala kirine, lê hema li gorî hin agahiyan, dibe ku ji despêka sala nû ve û di encama hevpeymaneke Rûsî-Tirkî de, Polîsa Leşkerî ya Rûsî derbasî bajarê Efrînê bibe.


Hin agahiyên din jî diyar kirin ku sedema bêhedanê qedexekirina Tirkan çûna milîsên el-Şamiyê ya ber bi Idlibê ve, da ku beşdarî şerê li dijî êrîşa Rûsî-Sûrî bibin.

Post source : taybet

Related posts