Piştî desteserkirina niştedagiran ser piraniya guvaştekan, kalîteya zeyta Kurdî li Efrînê paşve çûye

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanên Afrinpost li Efrînê tekez kirin ku welatiyên resen ên Kurd ji ber xirabiya zeyta ji guvaştekên ku ji aliyê niştedagirên milîsên dagirkeriya Tirk û Ixwan el-Musilmîn derdikeve, gilî kirin.


Li gorî agahiyên cûr bi cûr, guvaştekên ji aliyê niştedagirên çekdaran ve hatine desteserkirin, cûreyên xirab ên zeytê derdixînin, sedema vê jî, yan ji ber ku ew nizanin guvaştekan bi awayekî rast bi kar bînin, yan jî ew bi zanebûn wisa dikin.


Di vê çarçoveyê de, welatiyê bi navê Ebû Şiyar (ne navekî rast e, bi mebesta ewlehiyê), got ku ev cara yekê ye cûreya zeytê wisa xirab dibe, û diyar kir ku esîda zeytê digihêje 4 yan 5, li gorî herêmên di bin destê milîsan de.
Ebû Şiyar wiha got: “Di rewşên normal de esîda zeytê 0,5 – 1,5 e, lê hema niha çêja zeytê hatiye guhertin, tê payîn di dema guvaştinê de ew zeytê dişewitînin, di vê rewşê de esîda wê dibe 4 – 5 û nirxê zeytê wenda dibe”.


Di der barê sedemên ku dihêle ev encam ji guvaştina zeytê derkevin, Ebû Şiyar got ku niştedagir nizanin guvaştekan bi kar bînin, lê di heman demê de jî got ku dibe niştedagir bi zanebûn zeyta welatiyên resen ên Kurd bi cûreyekî xirab derdixin da ku di dema firotinê de sûdê jê negirin, ji ber ku di vê rewşê de buhayê wê kêm dibe.


Ji despêka dagirkirina Efrînê ve, milîsên çekdar ên Ixwan el-Musilmîn dest danîn ser guvaştekên zetûnê, firinên nan û dikanên bazirganiyê, bi vî awayî welatiyan neçar dihêlin ku pêwîstiyên xwe bi riya wan peyda bikin, di heman demê de jî gelek kargehên welatiyên Kurd ji ber astengî, dizîn û sepandina bacan, têk çûn.


Ji bilî dizîn û talankirinê weke erzankirina buhayê zeyta zeytûnan û sepandina bacan li ser cotkaran, milîsên Îslamî xwe weke hevkarê xwediyên guvaştekan erkdar dikin û bi vî away nîvê berhema guvaştekan didizin, di heman demê de jî dest bi temamî danîne ser piraniya guvaştekan û xwediyên wan jî koç kirine.


Li gorî pisporan, bêtirî 295 guvaştekên zeytûnê li Efrînê hene, buhayê alavên wan jî nêzî 200,000 dolar e, xwediyên guvaştekan neçar dimînin ku nîvê berhema guvaştekên xwe bidin milîsan da ku alavên guvaştekê biparêzin, bi taybetî piştî dizîna gelek guvaştekan.

Post source : Taybet

Related posts