Dagirkeriya Tirk amadekariya şandina bi hezaran çekdar ji bakurê Sûriyê ber bi Tarablusa Lîbyayê ve dike

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Çavkaniyan ji Afripost re diyar kirin ku dagirkeriya Tirk bi hezaran çekdar li ser xaka xwe amade dike da ku wan bişîne Lîbyayê û piştgiriya hikûmta el-Sarac a Ixwanî li Tarablusê bike.


Çavkaniyan diyar kirin ku di vê demê de, hikûmeta Tirk bi hezaran jîhadiyên tundrew yên Ixwan el-Musilmîn ji herêmên dagirkirî yên bakur-rojavayê Sûriyê (Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab û Cereblus) li ser xaka xwe kom dike, perwerde dike da ku wan ber bi Lîbyayê ve bişîne.


Çavkaniyan tekez kirin ku hejmara jîhadiyên ku hikûmeta Tirk li ba xwe kom kirine gihaştiye 3,400 çekdar, her wiha hin çekdarên din jî ji herêmên dagirkirî yên bakur-rojavayê Sûriyê derdixîne û ber bi herêmên dagirkirî yên rojhilatê Ferêt di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî ve dişîne.


Li gel vê jî, rêjîma Sûrî û Rûsya amadekariyên xwe yên ji bo şerekê mezin di Idlibê de dikin, ev jî bi riya komkirina alavên leşkerî yên beriya çend rojan ji lidarketina şerê li dijî Cebhet el-Nusra û hevkarên wê.

Post source : Taybet

Related posts