Wendabûna 2 welatiyên Kurd ji navenda bajarê Efrînê

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpost li Efrînê got ku welatiyên Kurd ên resen guman dikin ku di çend rojên borî de 2 ciwanên Kurd ji aliyê milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirk û Ixwan el-musilmîn ve hatine wendakirin.


Nûçegihan destnîşan kir ku ciwanek ji gundê Gemrûkê yê navçeya Şera beriya 3 rojan wenda bû, bavê wî ciwanî li taxa Eşrefiyê êzingan difiroşe û kurê hevkarê welatiyê bi navê Hisênî Gemrûkê ye.


Ciwanê din jî bi navê Hemûdê ye û ajokarê serîca avê ye, ew jî beriya hefteyekê li taxa Zêdiyê ya Efrînê piştî bûyereke trafîkê bi motorsîkletekê re ku çekdarekî milîsên Sultan Murad dajot û di encamê de jî birîndar bû, wenda bû.


Ji despêka dagirkirina Efrînê ve, revandin û wendakirina bi zorê li Efrînê bi awayekî bê navber didome, di 7 Cotmeha borî de, milîsên Polîsa Leşkerî bi ser mala îmam Ehmed Weqas ê ji gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera de girt û tevî keça wî revandin, ew bi xwe jî astengdar e.


Heya niha jî çarenûsa îmam û keça wî nediyar e, çavkaniyên ji herêmê gotin ku revandina wan bi sedema piştgiriya îmam ji xelkê gund re ye, û bi sedema axaftina wî di der barê binpêkirinên çekdarên milîsên Ixwan el-Musilmîn e.

Related posts