Li gundekî Reco panzêrek hat armancgirtin

Photo Credit To Yeni şefeq

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpost li navçeya Reco got ku şeva din panzêreke Tirk li derdora Gundê Şêx dema diçû baregeha leşkerî li Gundê Çê, rastî gulebaranê hat.
Nûçegihan destnîşan kir ku piştî bûyerê, leşkerên dagirkeriya Tirk gefa êrîşkirina biryargeha milîsên Ehrar el-Şerqiyê yên nêzî cihê bûyerê xwar.


Nûçegihan bal kişand ku milîsên Ehrar el-Şerqiyê ji muxtarê Gundê Şêx xwestin ku navbênkariyê li ba baregeha dagirkeriya Tirk a Gundê Çê bike da ku bikaribin çirayên biryargeha xwe ya Gundê Şêx pêxin, ji ber ku leşkerên dagirkeriya Tirk qedexe kiribû.


Di encama nakokiyên hundirîn ên di navbera komên çekdar de, herêmên di bin kontrola hêzên dagirkeriya Tirk û milîsên Îslamî li bakurê welêt de bi tevliheviya ewlehî, kuştin û tqînên dubarekirî rû bi rû dimînin.

Post source : taybet

Related posts