7 malbatên niştedagir ji gundekî navçeya Bilbilê ber bi rojhilatê Ferêt ve bi rê ketin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpost got ku 7 malbatên niştedagir ji gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê derketin û ber bi rojhilatê Ferêt bi rê ketin da ku li wir bi cih bibin.
Nûçegihan destnîşan kir ku 13 malbatên niştedagir li gund hene û bi derketina 7 malbatan re 6 malbat dimînin.


Ev derketin rastî axaftina serokê dagirkeriya Tirk Recep Tayyip Erdogan a di televîzyona “A Haber” de tê, ku der barê daxwaza xwe di fînansekirina herêma bi navê ewle ji petrola Sûrî anî ziman û wiha got: “Min pêşniyara avakirina herêma ewle ji berhemên petrola Sûrî pêşkêşî Emerîka kir”.


Tirkiye û hevkarên wê ên milîsên Îslamî ku navê Artêşa Netewî ya Sûrî li xwe kirine herêmên bi dirêjahiya 120 km û kûrahiya 30 km ji xaka Sûriyê ji Serê Kaniyê heya Girê Spî dagir kiriye, ji bo rawestandina êrîşê jî, Tirkiyê hevpeymanên cuda bi Emerîka û Rûsya re mohr kirine.


Beriya niha jî dagirkeriya Tirk gotibû ku ew dixwaze nêzî 2 milyon penaberên Sûrî li herêma ewle bi dirêjahiya 444 km li bakur û rojhilatê Sûriyê bi cih bike, û gelek caran ji NATOyê piştgiriya darayî ji bo pilanên xwe xwestiye.

Post source : taybet

Related posts