Serokê meclîsa dagirkeriyê li Reco ji derbeyekê li dijî wî ditirse

Photo Credit To Anadol agency

Afrinpost – Taybet
Serokê meclîsa xwecihî ya dagirkeriya Tirk li navçeya Reco bi sûca pilankirina derbeyekê li dijî wî bi muxtarên din re, muxtarê gundê Şediya ji kar avêt.


Nûçegihanê Afrinpost li navçeyê tekez kir ku serokê meclîsa dagirkeriyê li navçeya Reco Fadêl Horo beriya mehekê Hesen Rif’et muxtarê gundê Şediya ku bi navê Rif’etê Şediya tê naskirin, bi sûca lidarxistina civînan di mala xwe de bi muxtarên din re ji bo pêkanîna derbeyekê li dijî serokê meclîsê, ji kar derxist.


Ji despêka dagirkirina leşkerî ya herêma Kurdî di Adara sala borî de, dagirkeriya Tirk meclîsên şeklî yên girêdayî xwe li navenda bajarê Efrînê û şeş navçeyên wê ava kirin, erka wan meclîsan a sereke rewakirina destdanîna milîs û niştedagiran ser mal û milkên şêniyên resen ên Kurdên koçkirî ye.


Di 15 Cotmeha borî de, meclîsa xwecihî ya dagirkeriya Tirk li Efrînê piştgiriya xwe ji êrîşa dagirkeriya Tirk a li dijî bakurê Sûrî ragihand, û weke rizgarkirina herêman ji destê “rêxistinên terorîst” bi nav kir, mebesta wê jî “Hêzên Sûriya Demokratîk e”.


Her wiha meclîsên dagirkeriyê roleke bi guman dilîzin, bi taybetî di rewakirina kiryar û tawanên milîs û niştedagiran bi riya derxistina zagon û fermanên ku kiryarên mîna dizî û destdanînê bi bihaneyên cur bi cur mafdar dikin.


Sala borî weke mînak, biryarên der barê rewakirina dizîna mewsima zeytûnê di bin navê bacan de derxistin, bi vê yekê milîsên Îslamî û meclîsan dest danîn ser pareke mewsiman.

Post source : Afrinpost

Related posts