Dagirkeriya Tirk girê Cindirêsê yê kevnar vediguhezîne baregeheke leşkerî

NPA
Photo Credit To NPA

Afrinpost – şopandin
Di nava berdewamiya binpêkirinên derheqê kelepora çandî ya herêma Efrîna dagirkirî li bakurê Sûriyê de yên ji aliyê dagirkeriya Tirk û milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan el-Musilmîn ve tên kirin, û bi armanca rûxandina deverên dîrokî ku dikeve bin sîwana stratejiya paqijkirina nijadî û guhertina demografîk, hêzên dagirkeriyê bi zanebûn deverên dîrokî li herêmê ji xwe re vediguherînin baregehên leşkerî.


Di vê çarçoveyê de, ajansa “North Press” hin wêneyên nû tê de veguhestina girê Cindirêsê yê kevnar ji bo baregeheke leşkerî ji aliyê hêzên dagirkeriya Tirk ve belge dike.


Di wêneyan de, dîwarên çemento yên bilind ku li derdora gir hatine danîn xuya dikin, gira ku li başûrê navenda navçeya Cindirêsê dikeve û rûpîvana wê jî 2 hiktar e, rastî rêşkirin û kolandina bi armanca derxistina şûnwaran tê.


Ajansa “North Press” destnîşan kir ku hêzên Tirk nahêlin xelkê herêmê nêzî baregeha leşkerî bibin, navçeya ku 8 Adara 2018 kete destê dagirkeriyê, ango beriya navenda bajarê Efrînê bi 10 rojan, bi awayekî dijwar tê parastin.


Ajansê got ku li derdora baregeha leşkerî kamîreyên kontrolê hene, û li wir endamên hêzên Tirk û milîsên Îslamî yên bi navê Artêşa Netewî û Artêşa Azad ên girêdayî rêxistina Ixwan el-Musilmîn xuya dikin.
Her wiha got ku tevahî xaniyên derdora girê Cindirêsê ji aliyê hêzên dagirker ve hatine rûxandin.


Nûçegihanê Afrinpost roja Şemiyê tekez kir ku çekdarên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn di rûxandin û tunekirina şûnwarên Efrînê de berdewam in, beriya hefteyekê dest bi karên rêşkirin û kolandina girê Turindê yê kevnar bi 3 bildozeran kirin û tekez kir ku herêma kevnar a girê Turindê dikeve bin kontrola milîsên el-Cebhe el-Şamiyê, û bal kişand ku ji bo kolandin û gera li şûnwaran, çekdar 3 bildozeran bi kar tînin.


Ji despêka dagirkirina leşkerî ya Tirk ve, artêşa dagirkeriya Tirk û çekdarên wê ji bo dîtina kanza (maden) û şûnwaran alavên pêşketî bi kar tînin. Beriya niha jî, welatiyan gotin ku artêşa dagirker mîqdarên mezin ji zêr li gundê Berava ji bin erdê derxistin, ji xwe hertim gotûbêj li ser gera li şûnwaran di girên dîrokî de li Efrînê tên kirin, pisporên şûnwaran tekez dikin ku gelek qat di bin wan giran de hene, ev jî tê wê wateyê ku şûnwarên ji serdemên cur bi cur ên şaristaniyên li pey hev hatine herêmê hene.


Despêka Mijdara borî jî, niştedagirê bi navê Mihemed el-Elûş ku bi xwe ji Idlibê ye, hin wêneyên tabloyên mozayîkê di rûpela xwe ya facebookê de bêyî tu şîrovekirinan weşandin, lê hema bersiva şîroveyên hin hevalên xwe yên pirsa cihê wan tabloyan kiribû, dab, û devera Nebî Horî weke cih nîşan da.


Dagirkeriya Tirk hewl dide hemû şûnwarên têkildarî kelepora mirovî ya cîhanî bidize yan hilweşîne, weke ku di dema êrîşa li ser Efrînê ya Çileya 2018 de girên dîrokî yên mîna Girê Ên Darê bombbaran kiribû, ji xwe ew gir bi xwe ji aliyê çekdarên milîsên girêdayî Ixwan el-Musilmîn ve veguheriya qadeke perwerdeya leşkerî bêyî ku girîngiyekê bidin deverên dîrokî ji bo tevahî mirovahiyê.


Rasteqînên li ser erdê tekez dike ku çekdar û niştedagir bi awayekî telihev li Efrînê li şûnwaran digerin, tu tirsa wan ji dagirkeriya Tirk jî nîn e ji ber ku ew li gorî berjewendiyên dagirkeriyê tevdigerin, ji xwe weşandina niştedagirekî wêneyên şûnwarên ku li Nebî Horî dîtine, tê wateya xemsariya civaka navdewletî û tevahî saziyên wê yên li hember hemû tawanên dijberî welatî, kevir û darên Efrînê tên kirin bêdeng dimînin e, ev yek jî dihêle ku ew niştedagir û çekdar bêyî tirsa bidûketinê tevbigerin.


Beriya niha jî, milîsên Îslamî girê gundê Bircikê bi alavên giran rêş kiribû û kolandibû, û li gorî wêneyên li ser torên medyaya civakî hatibûn weşandin, peykerên mezin weke ya şêr a ku li girê Ên Darê ye, jê derxistibûn.
اكتب رسالة

Post source : NPA

Related posts