Dagirkeriya Tirk ew qewirand, El-Nusra jî bi dar ve kir.. çîroka ciwanekî Kurd ji gundê Dimilya

Photo Credit To nêt

Afrinpost
Navgînên ragihandinê yên nêzî dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn tekez kirin ku Cebhet el-Nusra ku niha weke Heyet Tehrîr el-Şam tê naskirin, ciwanekî Kurd ku ev bêtirî salekê li ba wan girtî bû, bi dar ve kir.


Ciwanê bi navê Mihemed Hisên Bekir ê ji gundê Dimilya yê navçeya Mabata ya herêma Efrîna dagirkirî, piştî ku ji aliyê desthilatdariya dagirkeriya Tirk ji Tirkiyê beriya salekê hate derxistin, ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam ve li deriyê sînor ê Bab el-Hewa hat girtin û piştre ew bi dar ve kir.


Tevî hewldanên rizgarikirinê ji aliyê malbata wî ve, lîderên Cebhet el-Nusra pereyên pir xwestin û malbatê jî nekarîbû peyda bike, di 12 Kanûnê de ciwanê Kurd bi telefonê li malbata xwe geriya û got ku wê Heyet Tehrîr el-Şam wî bi dar ve bike, piştî wê ewlehiya Heyet Tehrîr el-Şam wêneyekî wî yê kuştinê ji malbatê re şand.


Hin çavkaniyên Kurd destnîşan kirin ku Mihemed Hisên Bekir li Tirkiyê kar dikir, lê hema piştî dagirkirina Efrînê, dagirkeriya Tirk ew ji Tirkiyê derxist û radestî Heyet Tehrîr el-Şam li Idlibê kir, wê jî di salekê de ew ciwan êşkence dikir û malbata wî şantaj dikir.


Ne tenê Mihemed ji Tirkiyê hat derxistin, berê jî û niha bi sedan ciwanên Kurd ên ji Efrînê ji Tirkiyê tên derxistin û ber bi deriyê sînor ê Bab el-Hewa yê di destê Cebhet el-Nusra de ye tên şandin û bi tawana Kurdeyatiyê tên revandin û binçavkirin.


Ji xwe rewşa li hundir Efrînê ji ya derve nebaştir e, ew herêma dagirkirî bi tevliheviyeke ewlehiyê û bûyerên dubarekirî re rû bi rû dimîne, şêniyên Kurd rojane rastî dizîna bi çekan û revandina bi mebesta standina pereyan tên, ev bûyer jî ji aliyê milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan el-Musilmîn ku gelek nav li xwe kirine weke Artêşa Netewî û Artêşa Azad û hwd ve tên kirin.


Herêma Efrîna dagirkirî rojane rastî tawan û diziyê ji aliyê milîsên Îslamî ve tê, weke mînak şehîdxistina mirovê temen mezin Silêman Hemko di despêka Mijdara borî de, ew mirovê temen mezin bû qurbaniyeke nû ji qurbaniyên tawanên ku ji aliyê milîsên îslamî ve tên kirine.


Di 4 Cotmehê de, sivîlek ji gundê Meydankê yê navçeya Şera li hember milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan el-Musilmîn derket, ji ber ku wan hewl dida hin dikanên bazirganiyê bidizin, di encamê de ew sivîl şehîd ket, hat zanîn ku komeke çekdar a milîsên Firqet Sultan Murad seet 4 sibehê guleyek berdan serê sivîlê bi navê Ednan Reşîd Emîr û ew şehîd ket, Ednan Emîr hewl da li hember çekdaran derkeve û nehêle ew dikanên malbata Îsa Miliksor ku cîranê wî bûn, bidizin.


Di dawiya meha Tebaxê de jî mirovê temen mezin ê bi navê Mihyedîn Oso yê 77 salî, ji ber derbeya giran ji aliyê çekdarên Ixwan el-Musilmîn ve şehîd ket, wan çekdaran hewl dan mala wî ya li taxa Eşrefiyê ya nêzî biryargeha milîsên el-Cebhe el-Şamiyê bidizin.


Piştî nêzî 12 rojan ji şehadeta Mihyedîn Oso, di 6 Rezberê de hevjîna wî, Horiyê Mihemed Bekir a 74 salî jî şehîd ket, ew jî ji ber derbeya giran li ser sînga wê ku bû sedema xwînrijandina hundirîn û li dawiyê jiyana xwe ji dest da.

Post source : Afrinpost

Related posts