Di encama hilweşîna xaniyekî kavil li Şehbayê de, zarokek birîndar bû

Photo Credit To taybet

Afrinpost – Taybet
Di keraseteke din de ku rastî heman malbateke Efrînî tê, hefteya borî di encama barîna baranê de baniya xaniyekî li gundê Babinês ê herêma Şehbayê bi ser niştecihên wê yên koçber de ket, û bû sedema şkestina hin endamên laşê zarokekî wê malbatê.


Ji ber tirsa wan li ser jiyana zarokên wan ji ber bombebarana dagirkeriya Tirk li Efrînê, ew malbata Efrînî ji xaniyên xwe koç kirin û neçar man di xaniyekî kavil de li herêma Şehbayê bi cih bibe, lê hema keraseta wê malbatê li wir bi dawî nebû, ji ber yek ji zarokên malbatê sala borî di encama hilweşîna baniya xaniyê wan ji ber barîna baranê jiyana xwe ji dest da.


Xelkên Efrînê yên koçber di êş û azarên bê dawî de ne, bi taybetî bi hatina demsala zivistanê û barîna barana dijwar re.


Xelkên koçber li Şehbayê di xaniyên kavil de yên di encama şerên despêka isyana leşkerî yên milîsên Îslamî yên rêxistina Ixwan el-Musilmîn di sala 2011 de hilweşiyane de bi cih dibin.


Ji wan xaniyan jî, xaniya malbata zarokê bi navê Fexrî Bekir ê 10 salî ye, ew malbat li gundê Babinês li Şehbayê di xaniyekî wêran de bi dapîra xwe re dijîn, bi taybetî piştî koça dayîka wî.


Hikmet Aslan ku dapîra wî zarokî ye, dibêje ku di zivistana borî de, û di encama êrîş û bombebarana balafirên şer de, wan ji Efrînê koçî Şehbayê kirine, beriya salekê ew rastî bûyereke mîna vê hatine, dema ku xaniyeke kavil bi ser kurê wê de hilweşiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da, navê kurê wê Serbest Bekir bû, ew 37 salî bû û bavê 3 zarokan bû, (tê zanîn ku zarokê birîndar bûye biraziyê Serbest e).


Hikmet bal kişand û got ku bi barîna baranê û hatina sermayê re ew gelek êş û azaran dikişînin û wiha got: “Wê çareûsa me çi be? Ev bû sal û nîvek em di vê xaniyê kavil de ne, piştî vê bûyerê jî tu deverên din ku biçin nîn e, eger em venegerin cih û warên xwe li Efrînê, wê rewşa me wiha bimîne”.

Post source : taybet

Related posts