Milîsên “Lîwa Semerqend” bacan li ser 12 gundên navçeya Cindirêsê disepîne

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Milîsên “Lîwa Semerqend” ên girêdayî dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn bac li cotkarên 12 gundên Efrîna dagirkirî sepandin û eger nedin jî, gefa qutkirina daran li wan xwar.


Nûçegihanê Afrinpost tekez kir ku milîsan li navçeya Cindirêsê li her dareke zeytûnê 2 dolar weke bac sepandin, eger cotkar wê bacê nedin jî, milîsan gefa qutkirina daran li wan xwar.


Ji bilî gundên mîna Berka, Reca, Hec Qasima, Dela û gundên din, milîsan gundê Kefersefrê ji xwe re weke navend bi kar tînin.


Milîsên “Lîwa Semerqend” ji aliyê nijadî ve weke pîç tên dîtin, ew di sala 2016 de li gundewarên Helebê hate avakirin, çekdarên wê jî ji herêma Asyaya Navîn, bi taybetî ji Ozbekistanê ne, armanca avakirina wê jî şerê Kurdan e, her wiha besdarî êrîşa dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê jî bû.


Despêka Cotmeha borî, rêxistina “Sûriyon Min Ecil El-Heqîqa Wel Edele”, raporek weşand tê de karîbû binçavkirina 80 kesî di meha Tebaxê de, 63 kes di meha Tîmehê de û 56 jî di meha Hezîranê 2019 de belge bikira.


Rêxistinê bal kişand ku milîsên Polîsa Leşkerî, Polîsa Sivîl, Ewlehiya Siyasî, el-Cebhe el-Şamiyê, Lîwa Sultan Silêman Şah, Lîwa Sultan Murad, Lîwa Semerqend, Lîwa el-Weqas, Ehrar el-Şerqiyê û Firqet el-Hemzat berpirsyarên wan binçavkirinan bû.

Post source : Taybet

Related posts