Afrinpost-Taybet
Çekdarên girêdayî dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn serobinkirina şûnwarên Efrînê bi armanca hilweşandin û tunekirina wan didomînin, di vê çarçoveyê de, ji hefteyekê û vir de dest bi karên rêşkirin û kolandina girê Turindê yê kevnar bi 3 bildozeran kirine.
Nûçegihanê Afrinpost ji herêma Efrîna dagirkirî tekez kir ku herêma kevnar a girê Turindê dikeve bin kontrola milîsên el-Cebhe el-Şamiyê, û bal kişand ku ji bo kolandin û gera li şûnwaran, çekdar 3 bildozeran bi kar tînin.
Nûçegihan diyar kir ku bildozerên tên bikaranîn ên malbateke niştedagir e û navê wê jî “Ebid Rebo” ye ku bi xwe ji herêma Lêremon a bakurê Helebê ye.
Ji despêka dagirkirina leşkerî ya Tirk ve, artêşa dagirkeriya Tirk û çekdarên wê ji bo dîtina kanza (maden) û şûnwaran alavên pêşketî bi kar tînin.
Beriya niha jî, welatiyan gotin ku artêşa dagirker mîqdarên mezin ji zêr li gundê Berava ji bin erdê derxistin, ji xwe hertim gotûbêj li ser gera li şûnwaran di girên dîrokî de li Efrînê tên kirin, pisporên şûnwaran tekez dikin ku gelek qat di bin wan giran de hene, ev jî tê wê wateyê ku şûnwarên ji serdemên cur bi cur ên şaristaniyên li pey hev hatine herêmê hene.
Despêka Mijdara borî jî, niştedagirê bi navê Mihemed el-Elûş ku bi xwe ji Idlibê ye, hin wêneyên tabloyên mozayîkê di rûpela xwe ya facebookê de bêyî tu şîrovekirinan weşandin, lê hema bersiva şîroveyên hin hevalên xwe yên pirsa cihê wan tabloyan kiribû, dab, û devera Nebî Horî weke cih nîşan da.
Dagirkeriya Tirk hewl dide hemû şûnwarên têkildarî kelepora mirovî ya cîhanî bidize yan hilweşîne, weke ku di dema êrîşa li ser Efrînê ya Çileya 2018 de girên dîrokî yên mîna Girê Ên Darê bombbaran kiribû, ji xwe ew gir bi xwe ji aliyê çekdarên milîsên girêdayî Ixwan el-Musilmîn ve veguheriya qadeke perwerdeya leşkerî bêyî ku girîngiyekê bidin deverên dîrokî ji bo tevahî mirovahiyê.
Rasteqînên li ser erdê tekez dike ku çekdar û niştedagir bi awayekî telihev li Efrînê li şûnwaran digerin, tu tirsa wan ji dagirkeriya Tirk jî nîn e ji ber ku ew li gorî berjewendiyên dagirkeriyê tevdigerin, ji xwe weşandina niştedagirekî wêneyên şûnwarên ku li Nebî Horî dîtine, tê wateya xemsariya civaka navdewletî û tevahî saziyên wê yên li hember hemû tawanên dijberî welatî, kevir û darên Efrînê tên kirin bêdeng dimînin e, ev yek jî dihêle ku ew niştedagir û çekdar bêyî tirsa bidûketinê tevbigerin.
Beriya niha jî, milîsên Îslamî girê gundê Bircikê bi alavên giran rêş kiribû û kolandibû, û li gorî wêneyên li ser torên medyaya civakî hatibûn weşandin, peykerên mezin weke ya şêr a ku li girê Ên Darê ye, jê derxistibûn