Çima niştedagir nimêja li pey îmamekî Kurd li Reco nepejirand?

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Li navçeya Reco ya herêma Efrîna Kurd a dagirkirî, piştî nepejirandina hin niştedagirên tundrew biryara Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirk “Diyanet” a girêdayî hikûmeta Enqerê ya der barê erkdarikirina îmam û xetîbekî Kurd li mizgefteke navçeyê, tengezariyek derket.


Nûçegihanê Afrinpost li navçeyê diyar kir ku hin niştedagirên tundrew roja Îna borî nimêja li pey Îmamê Kurd, Ibrahîm Nesan, di mizgefta jor de li Reco nepejirandin ji ber ku ew “Kurd”e û nimêj li pey wî çênabe.


Nûçegihan tekez kir dagirkeriya Tirk hin leşkerên Tirk ji bo parastina herdu oldaran erkdar kirin, bi taybetî piştî niştedagiran gefa kuştinê li wan kiribû eger ji erkê xwe di mizgeftê de dernekevin.


Niştedagirên girêdayî hin civakên tundrew Kurdan weke “kafir û xwedanenas” dibînin, û li gorî wan, çênabe Kurdekî kafir bibe îmamê wan, ev jî yek ji ramanên ku rêxistina Ixwan el-Musilmîn di nava piştgirên xwe de belav dike, bi vê yekê tevlîbûna çekdarên wan nava artêşa Tirk di koçkirina Kurdan û dagirkirina xaka wan de mafdar dike.


Ji xwe Serokatiya Karûbarên Olî “Diyanet” a yekser girêdayî serokatiya Tirkiyê herdu welatiyên Kurd ên bi navê Ibrahîm Nesan, weke îmam û Mistefa Bilal jî weke xetîb li mizgefta jor a navçeya Reco erkdar kiribûn.


Tê zanîn navçeya Reco û gundên girêdayî wê tije endamên DAIŞê ne, yên bênavber girêdana xwe ji rêxistina terorîst re nîşan didin, ev jî bi riya lixwekirina cilên kin û bê sol li nava kolanan tê nîşandan, ev yek bi taybetî di nava milîsên “Ehrar el-Şerqiyê” de tên dîtin, ku piraniya wan ji parêzgehên Dêra Zorê, Hesekê û Reqayê ne.


Di 22 Mijdara borî de, 2 çavkaniyên pêbawer ji Afrinpost re tekez kirin ku kesê bi navê Ebû Yaqûb, ew jî endamekî DAIŞ yê navdar e, li kolanên navenda navçeya Recoyê bi cila xwe ya kin a taybet bi DAIŞ û el-Qaîdeyê dimeşiya.
Careke din jî li dadgeha leşkerî ya girêdayî dagirkeriyê hat dîtin, hin malperên nûçeyan destnîşan kirin ku ew di ewlehiya Recoyê de ku kesê bi navê Xalêd Elûş “Ebû Silêman” bi rê ve dibe, kar dike, Ebû Silêman jî yek ji milîsên Ehrar el-Şerqiyê ye.


Ebû Yaqûb jî ji endamên DAIŞê yên herî bi tirs ên li Dêra Zorê ye, di serdegirtina welatiyên bajarê wî de roleke wî ya mezin hebû, ew yek ji kesên despêkê yên tevlî refên DAIŞê bûye ye, piştî têkçûna DAIŞ li Baxûzê li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk, ber bi herêmên di bin dagirkeriya Tirk de reviya piştre tevlî milîsên Ehrar el-Şerqiyê li Efrînê bû.

Post source : Taybet

Related posts