Meclîsa dagirkeriyê li Efrînê dest bi erêkirina firotina mal û milkên Kurdên koçkirî kir

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Çavkaniyên taybet ji Afrinpost re ragihand ku meclîsên xwecihî yên dagirkeriya Tirk li Efrîna dagirkirî dest bi êkirina kirîn û firotina xaniyên Kurdên ku ji Efrînê hatine koçkirin kir.


Çavkaniyan tekez kirin ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn di dema niha de xaniyên koçberên Kurd di nava bajarê Efrînê de difiroşin, her xaniyekê jî bi 400 heya 700 dolarî difiroşin.


Çavkaniyan dan zanîn ku rêbazên firotinê ji aliyê Navenda Tomarkirina Milkan a girêdayî meclîsa xwecihî ya bajêr ve tê erêkirin. Beriya wê erêkirinê jî, divê di nivîsgeha muxtaran re were derbaskirin, weke tê zanîn dagirkeirya Tirk ji malbatên milîsan re muxtar erkdar kirine da ku karûbarên wan bi rê ve bibin, ew muxtar jî li gorî herêmên ku jê hatine, hatine erkdakirin, weke Xûta, Hums û Dêra Zorê.


Meclîs jî weke alavên pêkanîna ferman û pilanên dagirkeriyê tevdigerin, di 15 Cotmeha borî de, meclîsa xwecihî ya dagirkeriya Tirk li Efrînê piştgiriya xwe ji êrîşa dagirkeriya Tirk a li dijî bakurê Sûrî ragihand, û weke rizgarkirina herêman ji destê “rêxistinên terorîst” bi nav kir, mebesta wê jî “Hêzên Sûriya Demokratîk e”.


Helwesta meclîsa xwecihî bi riya daxuyaniyeke fermî derket, tê de piştgiriya xwe ji êrîşa artêşa dagirkeriya Tirk û milîsên Îslamê re nîşan da, di naveroka daxuyaniya meclîsê de hatin gotin ku ew piştgiriyê didin operasyona leşkerî ya ku wê vegereke bi ewle ji niştecihan re misoger bike (weke ku hate derbirandin), her wiha canfedayîya milîsên Îslamî di (rizgarkirina) xaka Sûriyê de jî pîroz kir.


Ji despêka dagirkirina leşkerî ya herêma Kurdî di Adara sala borî de, dagirkeriya Tirk meclîsên şeklî yên girêdayî xwe li navenda bajarê Efrînê û şeş navçeyên wê ava kirin, erka wan mclîsan a sereke rewakirina destdanîna milîs û malbatên wan ser mal û milkên şêniyên resen ên Kurdên koçkirî ye.


Her wiha meclîsên dagirkeriyê roleke bi guman dilîzin, bi taybetî di rewakirina kiryar û tawanên milîs û malbatên wan bi riya derxistina zagon û fermanên ku kiryarên mîna dizî û destdanînê bi bihaneyên cur bi cur mafdar dikin. Sala borî weke mînak, biryarên der barê rewakirina dizîna mewsima zeytûnê di bin navê bacan de derxistin, bi vê yekê milîsên Îslamî û meclîsan dest danîn ser pareke mewsiman.

Post source : Taybet

Related posts