Aloziya sotemeniyê û diziyên milîsên îslamî rewşa jiyanî li Efrîna dagirkirî giran û zehmetir dike

Photo Credit To nêt

Afrinpost-Taybet
Ji ber aloziya sotemeniyê ya ku bandorê li hemû aliyên jiyanê li Efrîna dagirkirî dike, her wiha dizî û binpêkirinên ku milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, rewşa jiyanî ya şêniyên kurd yên li Efrînê mayî, giran û zehmetir kir. Bandorên mezin ên bilindbûna nirxên sotemeniyê li herêmên ku Tirkiyê li bakurê Sûrî dagir kirine û bi taybet li Efrînê her wiha ji ber paşdeçûna jiyana aborî ya ji ber dizî û talaniyê, jiyana welatiyan kembax kiriye.


Di vê çarçoveyê de welatiyê kurd ê bi navê Ehmed wiha got:” Piştî ku nirxê yek lîtreke mazot gihîşt derdora 800 lîreyên Sûrî, gelek jeneratorên kehrebeyê ji kar sekinîn an jî tenê rojê sê saetan tên xebitandin ku yek ampêr bi 1500 lîreyên Sûrî tên belavkirin ango êdî her malbateke Efrînî mehane 12000 lîreyên Sûrî beramberî 2 ampêrên kehrebeyê dide û wiha dewam dike; lê zêde tiştê ku bêtir rewşê giran dike ku ji mehekê ve ye av ji ser bajarê Efrînê qut bûye.

Qutbûna avê ji ber sekinîna stasyona sereke ya pompekirina avê ji gola Meydankê ji kar e ku ew yek jî di encama ne dayîna kehrebeyê bo stasyonê çêbûye. Vê yekê neçar kir ku şênî ava vexwarinê bi sarincan bînin. Nirxê her 5 bermîlên avê digihêje 2500 lîreyên Sûrî ango mehane lêçûna wê 12000 lîreyên Sûrî ye.


Yek ji aktorên ku bêtir zirara madî digihîne şêniyan, diziyên ku niştedagîrên milîsên Îslamî yên bi navê ” Ceyş Wetenî El-Sûrî” ne ku girêdayî rêxistina lxwan Misilmîn in derheqê mal û milkên şêniyên herêmê de dikin, e.


Li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê grûpên çekdar ên milîsên Ehrar Şerqiyê ku ji bajaroka Eşare ya Dêrazorê û serkêşê wan” Îbrahîm Ebû Xelîl” e, bi awayekî aktîv karên dizî û talaniyê her wiha qewtandina şêniyên kurd ji malên wan, dikin.


Di vê çarçoveyê de welatiya kurd “Sûltane” dibêje ku grûpê ” Ebû Xelîl” jiyana şêniyên kurd ên li taxa Mehmûdiyê veguherand dojeh û wiha dewam kir; yê bi navê ” Ebû Xelîl ” gelek malbatên kurd ji malên wan qewtandin û ji beriya hefteyekê ve, malbateke DAIŞ’î ji El-Eşara ya li Dêrazotê anî û li malên ku desteser kirin, bi cî kirin. Welatiyê bi bîr xist ku yek ji jinên wî daişîyî şeva borî derket balkona malê, qêriya û got ez ê xwe bi rêya kembera bombekirî, biteqînim ji ber wê yekê şêniyên avahiyê ji malên xwe derketin û li ser wê yekê leşkerên dagirkeriya Tirkî destwerdan kirin û bêyî ku were naskirin ew jin ji malê kişandin.


Karên diziyê yên derheqê halxweşên kurd hişt ku çalakiyên xwe yên bazirganî bisekinînin heyanî ku rewş tê guhertin. Her wiha hinek ji wan neçar man û da ku erzaqên xwe yên rojane bi dest bixin û xwe ji revandinê xilasbikin, hevkarî bi çekdaran re çêkirin.


Bazirgan Azad- navekî çekirî ye – yek ji wan kesên ku neçar ma ku piştî demeke dirêj ji sekinandina çalakiyên bazirganiya bi madeyên xwarinê dest pê kir, hevkariyê bi çekdarekî re çêke û dest bi karê xwe bike û wiha ji Afrinpost re axivî: Tevî ku ez ji aliyê hevkarê xwe ve parastî me, ez nikarim çalakiyên xwe yên bazirganiyê befireh bikim û balê nekişînim ser xwe ku ez sermeyadarekî mezin im û nebim armanca revandinê.
Gelek ji xwediyên kargeh û guvaşgehan û pîşesazîgehên din rastî revandin û dayîna pereyan tên da ku jiyana xwe ji kuştinê li ser destên milîsan xilas bikin.


Milîsan dizî ji xwe re kirine kar da ku hem pereyan bi dest bixin hem jî kurdan feqîr bikin ku di encamê de wan bidin koçberkirin û guhertina demografîk ji berjewendiyên dewleta Tirkî re bi temamî pêk were.

Post source : Taybet

Related posts