Yekîtiya berhemkaran cilên zivistanê yên ku pêşkêş kirine li ser koçberên Efrînê hatin belavkirin

Photo Credit To Nêt

Afrinopst-şopandin
Li gorî ajansa Hawarê, Heyva Sor a Kurd roja Yekşemê cilên zivistanê li ser koçberên Efrînê yên di kampa Vegerê ya li navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê de ku Yekîtiya Berhemkaran a Helebê şandibûn, belav kirin.


Ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê yên di kampên Şehbayê de, Yekîtiya Berhemkaran a Helebê ya li taxa Şêx Meqsûdê, 7500 parçe ji cilên zivistanê pêşkêş kirin û di dîroka 27’ê Mijdara borî de bo Şehbayê hatin şandin.


Heyva Sor a Kurd bi kordîneya bi rêveberiya kampê re, cilên pêşkêşkirî li ser koçberên Efrînê yên di kampa Vegerê de belav kirin.


Di vê çarçoveyê de rêvebereke Yekîtiya Berhemkaran a Helebê Elîf Aslan axivî û wiha got:


Me wek Yekîtiya Berhemkarên Helebê bi hatina demsala zivistanê re alîkariya şêniyan kir. Şêniyên koçber di kampan de dimînin, hewa sar e û ti rêxistinên alîkariya mirovî alîkariya şêniyan nakin û wiha dewam kir:


Dema ku dibistan vebûn, di bin durişmeya”Ez ê bi pênûsê xwe bi ser bikevim” me pêwîstiyên zarokan ên dibistanê ji pênûs, lênûsk û çenteyan peyda kirin. Îro jî li ba me 7500 parçe ji cilên zivistanê hene ku 4500 ji cilên dibistanê, pantalon û kumên zarokan e û derdora 3000 parçe ji cilên jinan û zarokên nûbûyî, ne.


Her wiha hevrêveberiya Heyva Sor a Kurd jî Ancela Reşo axivî û wiha anî ziman:” Em wek komîteya piştevaniya derûnî bi kordîneya li gel Yekîtiya Berhemkarên Helebê li ser belavkirina alîkariyên mirovî li ser şêniyan, ji ber rewşa jiyanî ya zehmet û hewaya sar her wiha alîkarî ji aliyê rêxistinên navdewletî ve ji şêniyan re nayên pêşkêşkirin, alîkar in.

Post source : taybet

Related posts