Dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Îxwan Misilmîn yên bi navê “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur(, koçberên Efrînê li herêmên Şehbayê topbaran kir.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku topbaran bi moşek û obîsan çêbû ku topek li nêzî navenda Heyva Sor a Kurd ket û ya din jî li şûştgehekê li nêzî herêma Kefer Naya ket.
Her wiha Heyva Sor a Kurd jî ragihand ku milîsên Îslamî bi topan navçeya Til Rifetê armanc girt ku di encamê de 10 kes di nava wan de herî kêm 7 zarok şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûn.
Dagirkeriya Tirkî navçeya Til Rifetê car caran topbaran dike.
Di 12’ê Mijdara borî de, artêşa dagirkeriya Tirkî bi balafirên keşfê navçeya Til Rifetê topbaran kir ku taxa sînaya rastî topbaranê hat û zirarên madî lê hatin û bi zanabûn balafirên keşfê di ser ezmanê herêmê re geriyan.