Milîsên”Firqeya El-Hemze” 2 hezar darên zeytûnê bi zordestî li nêzî gundê Keferşîlê birîn

Photo Credit To nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Îxwan Misilmîn, hemleya xwe ya armancgirtina zeviyên zeytûnan li tevahiya herêma Efrînê bi armanca peydakirina êzingan û firotina wan û bi taybet piştî ku daxwaz li ser êzingan pir bû û nirxên madeyên sotemeniyê bi awayekî mezin bilind bû.


Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Firqeya El-Hemze” bi zordestî derdora 2000 darên zeytûnê li zeviyekî li ser rêya gundê Keferşîlê yê bi ser navenda Efrînê ve birîn.


Zeviyê ku hatiye armancgirtin yê welatiyê bi navê Hisên Hecî ji şêniyên gundê Elemdara yê girêdayî navçeya Raco ye û ew bi xwe jî ne li Efrînê ye.


Piştî ku dar tên birîn bo navendên firotina êzingan li herêma “Cisir El-Cedîd” a li nava bajarê Efrînê da ku li wir werin firotin, tên şandin.


Nirxê her toneke êzingên zeytûnan gihîşt nêzîkî 60 hezar lîreyên Sûrî. Helbet ji ber buhabûna mazotê, nirxê êzingan jî hem buha bûye hem jî daxwazeke pir li ser heye.


Ji destpêka Cotmeha borî ve, çekdarên milîsên Îslamî werşeyên kar ji çekdaran ava kirin. Ev werşe darên daristanên herêma Efrînê dibirin û êzingên wê li navendên neguhêr ên li aliyên gundan kom dikin.


Milîs her toneke êzingên darên sewrî û merxan bi nirxekî di navbera 20 hezar heyanî 30 hezar lîreyên Sûrî difiroşin her wiha çiqasiyên mezin ji êzingan jî derbasî Tirkiyê kirin da ku veguherînin komir.


Milîs bi zanabûn darên zeytûnan ên zeviyên ku xwediyên wan bi darê zorê ji Efrînê ber bi Şehba û bakurê Sûrî ve koçber bûne, dibirin.


Tevî ku meclisa navxweyî ya girêdayî dagirkeriyê perspektîfên derbarê nebirîn û bazirganiya bi daran derxistin lê hemleya birîna daran û bazirganî ranewestiye.


Ev yek diyar dike ku tenê ew perspektîf li ser şêniyên kurd ên resen derbasdar e ku niştedagîr û çekdar ti girîngî û giraniyê nadin van biryar û perspektîfan.


Ji ber buhabûna mazotê ku bermîlê wê bi nêzîkî 120 hezar lîreyên Sûrî tê firotin, şêniyên kurd ên resen neçar dibin ku êzingan bi nirxekî mezin ji bo germkirinê bikirin.

Post source : Taybet

Related posts