Çekdarekî Îslamî li gundê Meşalê bi zorê 100 hezar lîreyên Sûrî ji welatiyekî kurd stand

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Çekdarekî milîsên Îslamî bi zorê pere ji welatiyekî kurd standin. Dema ku welatiyê Kurd li nava zeviyê xwe yê zeytûnan yê li dorhêla gundê Meşalê yê navçeya Şera bû ev zordestî lê hat.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şera ragihand ku milîsên Îslamî bi zorê 100 hezar lîreyên Sûrî ji şêniyê bi navê (Î.H) ji şêniyên gundê Kefercenê dema karê vedana darên zeytûnên zeviyê xwe yên li dorhêla gundê Meşalê(Meşela) dikir standin.


Nûçegihan bi bîr xist ku çekdar gef li welatî xwar û got eger ku tu li min gilî bikî, ez ê otomobîla te jî bi zorê bibim.


Milîsên Îslamî ji bo bidestxistina pereyan, xwe dispêrin revandina sivîlan. Revandina sivîlan yek ji rêbazên koçberkirina sivîlên kurd ji herêma Efrînê ye her wiha bi vê yekê rê li pêşiya vegera koçberan digirin. Ji dema ku Efrîn hatiye dagirkirin û şûn ve di bin serpereştiya îstixbarata Tirkî de ev rêbaz tê bikaranîn.


Di vê çarçoveyê de, çalakvaninan roja Înê dan zanîn ku milîsên “Cebhe El-Şamiyê” bêtirî 15 welatiyên kurd di nava 2 rojên dawîn de bi tawana tevlîbûna nava erka parastina xweser a rêveberiya xweser û YPG’ê revandin.
Kesên revandî ji gundê Qenterê û navenda navçeya Mabeta bûn.

Post source : taybet

Related posts