Afrinpost-Taybet
Milîsên “Firqeya El-Hemze” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn bi awayekî zordest darên zeytûnê yên zeviyên koçberên gundê Şorbe yê bi ser navçeya Mabeta ve birîn.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeyê ragihand ku milîsan ne tenê darên zeytûnê birîn her wiha darên sewrî, behîv û merxê yên li ser sînorê zeviyan bi awayekî giştî birîn. Xwediyên zeviyan jî ev in: Mihemed Umer, Hemîd Îsa û Hesen Şêxo. Heta niha nehatiye zanîn ku çend dar hatine birîn.
Milîsên ” Cebhe El-Şamiyê” li dawiya Mijdarê 15 kurd ji gundê Qenterê û navenda navçeya Mabeta bi tawana tevlîbûna wan nava hêzên parastina xweser û YPG’ê girtin.
Tê zanîn ku dagirkeriya Tirkî bi zanabûn navçeyên Raco, Cindirês û Şiyê ango aliyê rojavayê herêmê ji aliyê rêveberî û ewlehî ve bi eyaleta Hatayê ve girê daye her wiha navçeyên Bilbilê, Şera, Mabeta û navenda Efrînê ango aliyê rojhilat û bakur bi eyaleta Kilsê ve girê daye.
Ajansa North Press got ku milîsên “Lîwa Sûltan Mihemed Fatih” li gundê Mamila yê bi ser navçeya Mabeta ve, bac li ser şêniyên ku tabloyên enerjiya rojê ji bo peydakirina Kehrebeyê bi kar tînin, ferz kirin.
Bi vî rengî milîs û bi bihaneya bacên xweşiyê pereyên şêniyan talan dikin.