Afrinpost-Taybet
Hêzên rêjîma Sûrî ji mehek û nîv ve ye, endezyarê kurdî Abdîn Bekir ji şêniyên gundê Anqelê yê navçeya Şiyê girtine û heta niha ti agahî derbarê çarenûsa wî de tune ne.
Abdîn Bekir di 16.10.2019 ji aliyê rêbenda firqeya 4’ê ve, dema ku ji bajarê Kobanê ji bo serdana malbata xwe ku di nava bajarê Minbicê re derbas dibû û ber bi Helebê ve diçû hat girtin.
Piştî ku hat girtin û tevî tenduristiya wî ya xirab radestî ya bi navê “Emin El-Eskerî” kirin. Ji wê demê û wir ve agahiyên wî ji malbatê hatine qutkirin.
Endezyar Abdîn sala par jî li ser rêya Minbic-Helebê hatibû girtin. Piştî ku mehekê di zîndanên rêjîmê de ma, serbest berdan.
Ji dema ku Efrîn ji aliyê dagirkeriya Tirkî ve hatiya dagirkirin, rêbendên rêjîma Sûrî şêniyên herêma Efrîna dagirkirî nahêlin ku bi rêyên bejahî derbasî herêmên wê bibin.
Ji ber vê yekê şênî neçar dimînin ku pereyên pir, bidin kesên ku karê derbaskirina xelkê an jî bi rêya balafirxaneya Qamişlo biçin Şamê û ji wir biçin Helebê.
Li Helebê piraniya xelkên Efrînê xwedî xanî û firoşgehên bazirganî û taybet in û bi taybet li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Bîstan Paşa.