Şêniyên Efrînê ji ava vexwarinê ji mehekê ve bêpar mane … Gelo sedem çi ye?

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Bajarê Efrînê ji mehekê ve ye ji ava vexwarinê bi temamî qut bûye. Ev rewş piştî ku dagirkeriya Tirkî enerjiya kehrebeyê ku berê ji bajarê Rîhaniyê dida, ji ser stasyona bendava Meydankê rawestand, derket.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê teqez kir ku şirketa avê ya ku desthilatên dagirkeriyê bi rêve dibe, komkirina fatûreya avê ku 2 hezar lîreyên Sûrî ye, ranewestandine.

Niştedagîr heqê avê nadin û ji ber wê direvin ku tenê şêniyên kurd ên li Efrînê mane didin.


Bêparbûna şêniyên kurd ji avê, zehmetiyên jiyanê li wan zêde kir. Şênî ava vexwarinê bi sarincan dikirin ku kirîna 10 bermîlên avê li ser wan bi 3500 disekine ango herî kêm mehane bi qasî 10500 lîreyên Sûrî tenê ji bo avê û ji bilî barên din ên jiyanî, didin.


Şêniyên Efrînê bi giştî û bi taybet yên bajêr ji ber aloziya ava vexwarinê û nebûna wê ji dema dagirkirina artêşa Tirkî û milîsên Îslamî ji herêmê re ango ji Adara 2018’an û ta niha, zehmetiyan dikişînin.


Meclisa dagirkeriyê ya navxweyî nikare aloziya qutbûna avê çareser bike ku ji dema dagirkeriya Tirkî û heta niha bi rêkûpêk avê ji gola Meydankê pompe nake.


Sedemeke kêmbûna ava Efrînê vedigere diziya wê û şandina avê bo bajarê Ezazê yê ji aliyê rojhilat ve ku ew der asêgeha milîsên tundraw e û hêzên dagirkeriya Tirkî wir ji xwe re weke navend di dema dagirkirina Efrînê ya bi navê”Şaxa Zeytûnê” didît, bû.


Sedemeke din û ya dawîn a qutbûna avê, ew e ku piraniya alî û saziyên xizmetguzariyê yên giştî li Efrînê li ser destên milîsên Îslamî hatin dizîn û talankirin û bi taybet xetên stresên kehrebeyê, bîrên avê, cenerator, maşîne û ji bilî mal û milkên koçberên Efrînê.

Post source : Taybet

Related posts