Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî yên bi navê” Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ji ber daxwaza zêde ya êzingan û bi taybet darên zeytûnê, hemleya birîna darên zeytûnê, daristanên bi merx û çiyayî li tevahiya herêma Efrîna dagirkirî berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Cebhe El-Şamiyê bi serkêşiya Welîd Kedro 200 darên zeytûnê yên jinebiya Reşîd Hemdoş ji şêniyên gundê Kefercenê birîn û wiha dewam kir; beriya hefteyekê jinebiya Kurd ji ber wendabûna jêdera debara jiyana wê bi xwînmeyînê(Celta) ket. Ji ber vê yekê rakirin nexweşxaneyê da ku were dermankirin û hê di nexweşxaneyê de maye.
Zeviyê wê yê zeytûnan li ser rêya Kefercenê û Mêramînê yê li nêzî gundê Kefermizê dikeve û di bin dagirkeriya milîsên ku dar brîne de ye.
Ev cara duyemîn e ku darên malbata Hemdoş tên armancgirtin. Di 17’ê Mijdarê de, milîsên “Cebhe El-Şamiyê” darên zeviyekî li gundê Kefercenê hilkirin û şandin sûkên Efrînê.
Wê demê, piştî ku darên kesekî revandî ji malbata Hemdoş hatin hilkirin, bi 2 barkêşên ji cureya Anter ku bi kokên zeytûnê barkirî bûn, gihîştin bajarê Efrînê bêyî ku sedemên tolhildanê werin naskirin.
Milîsên “Cebhe El-Şamiyê” di heman rojê de 3 şêniyên kurd ji gundê Kefercenê revandin ku ew jî ev bûn: Welat Enwer 45 salî, Sadiq Hemdoş 55 salî û Mihemed Henan Hemdoş 29 salî