Afrinpost-Taybet
Hêzên Rizgariya Efrînê roja Înê, operasyonên encamgir li nav û dorhêla Efrîna dagirkirî pêk anîn ku di encamê de 4 leşker û çekdarên milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê girêdayî operasyonên xwe daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û ev tişt anîn ziman: Bi rêya operasyoneke tolhildanê li dijî artêşa dagirkeriya Tirkî, hêzên me li bajarê Efrînê û Mariê operasyonên encamgir pêk anîn.
Di 28’ê Mijdarê de hêzên me operasyoneke bi dizî li dijî serbazgeheke dagirkeriya Tirkî li gundê Malikiyê yê girêdayî navçeya Şera pêk anî û di encamê de 2 leşkerên Tirk kuştin. Her wiha di heman rojê de hêzên me komeke milîsên “Firqeya El-Hemzat” li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê armanc girt. Di encama wê operasyonê de otomobîleke leşkerî hat rûxandin, çekdarê bi navê Rabî Ebû Arif hat kuştin û çekdarekî din birîndar bû.
Di heman dîrokê de, hêzên me operasyoneke sekvaniyê li bajarê Mariê li dijî milîsên artêşa dagirkeriya Tirkî pêk anîn ku di encamê de çekdarek kuştin.
Li hemberî van operasyonan artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên wê gundên Malikiyê, Merenaz û Şewarxe yên navçeya Şera û gundên Aqîbê û Bênê yên girêdayî navçeya Şêrawa bi topên hawenê bê navber bombebaran kirin.