Afrinpost
Milîsên” Cebha El-Şamiyê” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Îxwan Misilmîn, hemleyeke biserdegirtin û zîndanîkirinê li dijî şêniyên navçeya Mabeta û gundê Qenterê dest pê kirin.
Çalakvaninan gotin ku milîsan bêtirî 15 kurd ji gundê Qenterê û navenda navçeya Mabeta bi tawana tevlîbûna nava erka parastina xweser û YPG’ê, di nava du rojên dawîn de revandin.
Milîsan 100 hezar lîreyên Sûrî li ser malbatên kesên revandî ferz kirin.
Têkildarî wê çalakvaninan hinek navên kesên revandî belge kirin ku ew jî wiha ne: Remzî Şabo, Mihemed Mihemed Elî, Xelîl Bekir, Ehmed Kilxwaş, Elî Mihemed Mûrad, Remzî Henan Osman, Xelîl Menan Yûsif, Nebî Xelîl Henan, Azad Ehmed Henan, Mihemed Ehmed Henan, Ehmed Aslan, Neam Ehmed Henan, Mihemed Rebîh Yûsif, Elî Henan Şêxo, Ebid El-Rehîm Mihemed Şêx Nasan û mixtarê gundê Qenterê Xelîl Henan Xelîl
Milîsên Îslamî revandinê weke kar ji xwe re dibînin da ku pereyan bi dest bixin. Ew yek ji rêbazên ku ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha bi kar tînin, e.
Her wiha weke rêbazeke koçberkirina şêniyên Kurd ji Efrînê ye û di heman demê de bi vê yekê rê li pêşiya vegera koçberan digirin ji ber vê yekê istixbarata Tirkî bi xwe li ser vî karî disekine.
Her wiha ji ber kiryarên tirsandina kurdan û çavdêriya li ser wan, piraniya şêniyan nikarin binpêkirinên wan bi rêxistinên mafên mirovî û medyayan re parve bikin.
Beriya wê jî Desteya Zagonî ya Kurdî bang li şêniyan kiribû ku bi awayekî berfireh peywendiyan bikin da ku binpêkirinên dagirkeriyê û çeteyên wê aşkere û riswa bikin û teqez kir ku ji ber karên tirsandinê, şênî nikarin li gel çalakvanan peywendiyan bikin.