Afrinpost-Taybet
Her çend rojan û li pey hev termên kuştiyên milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Îxwan Misilmîn ji rojhilatê Furatê digihêjin herêma Efrîna dagirkirî.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hejmareke nû ji kuştiyên milîsên Îslamî yên ku beşdarî dagirkeriya Tirkî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bûne, gihîştin Efrînê.
Nûçegihan got ku milîsên “Lîwa El-Mutesim” yên li avahiya ajansa Hawarê ya berê, bi cî bûne, 4 çekdarên xwe yên kuştî li goristana Kersana başûrê bajarê Efrînê ku ji bajarê Humsê bûn, veşartin û wiha dewam kir; milîsên “Cebhe El-Şamiyê” jî li taxa Eşrefiyê li navenda bi navê ” Koma Oso”, 3 termên çekdarên xwe yên ku di şerên rojhilatê Furatê de hatibûn kuştin ku ew ji bajaroka Heyan a bakurê Helebê bûn, pêşwazî kirin.