Afrinpost-Taybet
Hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn, roja Çarşemê, gelek gundên herêma Şehba, navçeya Şera û gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa topbaran kirin.
Ajansa nûçeyan a hawarê ANHA ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî û tundraw piştî ku bi topavêj û moşekan navçeya Til Rifetê û gundên Herbel û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê û gundên Malikiyê, Merenaz û Şewarxa yên navçeya Şera topbaran kir, gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa jî topbaran kir.
Di 10’ê Mijdarê de bi dehan ji koçberên Efrînê yên li niha bi rengekî demkî li navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê dimînin, li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên ew lê ne, xwepêşandan li dar xistibûn û xwestin ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve ji erdê wan derkevin da ku vegerin cih û ware xwe.