Afrinpost-Taybet
Ev gotin, tenê yek ji perspektîf û fermanên ku waliyekî Tirkî arasteyî komeke serkêşên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî”, kiriye ye.
Nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyeke taybet ragihand ku di nava civînekê li navçeyeke herêma Efrîna dagirkirî de, ji bo berdewamkirina plansaziya xizankirin û birçîkirina şêniyên resen ango şêniyên kurd û wan koçber bikin ku di encamê de guhertineke demografîk giştî ji ya heyî mezintir pêk bînin û li şûna wan niştedagîrên ku ji gundewarên Şam, Hums û herêmên dîtir bi cî bikin, ev gotin ji devê waliyekî Tirkî derket.
Di dema ku walî ferman arasteyî serkêşên milîsan dikir wiha axivî:” Kurd wek îsfencê ye, dema ku tu di kefa destê xwe de diguvêje biçûk dibe û dema tu destê xwe veke, weke berê vedigere”.
Walî bi vê gotinê îşaret kir ku astengkirin û guvaş li ser şêniyên Efrînê yên mayî bi rêya zîndanîkirin, revandin, talanî, dizî, kuştin û rêbazên din ên binpêkirinê ku ev bêtirî saleke û nîv têne kirin, werin berdewamkirin.
Nûçegihanê Afrinpostê ji şêniyekî, gotina serkêşekî milîsên Îslamî raguhast ku wiha gotiye: ” Em nîvê fermanên ku Tirk li me dikin, bi serê we nakin ku eger bi giştî fermanên Tirkan em pêk bînin, jiyana we dê bibe dûjeh. Bi vê gotinê dixwazin ji şêniyên ku di bin rihma wan de bidin nîşandan ku ew bi wan re dilovan in û fermanên Tirkî bi giştî pêk nayînin!
Serkêşê ku vê gotinê dike, bac li ser şêniyên gundê ku dagirkiriye, ferz kiriye ku gihîşt 150 şûşeyên zeytê lê tenê bi wê yekê nekiriye, bi hinceta ku asîta zeytê bilind e, bêtir şûşeyên zeytê xwestin.
Karên girtin û revandinê li ser destên milîsên rêxistina Ixwan Misilmîn ku pê re îşkenceya derûnî û bedenî û heta gelek caran kuştinê pêk tînin, berdewam e.
Van binpêkirinên milîsan, jiyan li şêniyan reş kir û bi taybet bi rêya rewşên revandinê.
Milîs şêniyan direvînin, îşkenceyê li wan dikin da ku li beramberî serbestberdana wan pereyan ji xwediyên wan bistînin ku bi rengî kesên ku, wê karî dikin û yên wan diparêzin ango Mîta Tirkî jê sûd werdigirin.
Ev yek bi taybet milîsan û Mîta Tirkî bi serê ciwanê kurd ê bi navê “M.Ş” ku milîsên “polîsên leşkerî” mehekê ew girtibû.
Ciwanê kurd ji Afrinpostê re ev tişt anî ziman: ” Piştî ku ez çend hefteyan di zîndana “polîsên leşkerî” de hatim îşkencekirin, ez derbasî dadgeha leşkerî kirim da ku doza min di ber çavan re derbas bikin. Dadwer ji min pirsî, tawana te çi ye? Bersiva min, ez nizanim piştre pirseke din ji min pirsî û got: Tu li ku derê hatiye qeydkirin? Min bersivand û got li Efrînê hatime qeydkirin.
Wê demê dadwer got tawana te ku tu kurd î û ji Efrînê yî û wiha dewam kir; dadwer fermana serbestberdana min li ser bingeha ku dema hat xwestin em ê te bînin, da lê zêde weke garantiyeke malî min hezar lîreyên Tirkî da û ji bilî bertîlên ku malbata wî bi armanca navbeykariya milîsan û serbestberdana wî dane ku gihîşt 600$ Amerîkî.
Milîsên Îslamî bi hemû navên wê ji “polîsên medenî û leşkerî”, “emin siyasî” û “emin cînayî” û ji bilî wan, karên girtin û zîndanîkirina bi hinceta ku kesên tên armancgirtin, têkiliya wan bi YPG’ê re heye yan berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin.
Di vê çarçoveyê de jineke zana bi navê Hêvî ku niha li Efrînê dijî wiha dibêje: Yên ku ji nêzîk an ji dûr ve têkiliya xwe bi YPG’ê re hene, rasterast derbasî zîndanên li Tirkiyê dikin. Ji bilî wê, rewşên girtin û zîndanîkirinê bi armanca şantajkirina darayî(malî) tên kirin û diyar kir ku milîs wiha dibêjin: Her kes wê pereyan bide”.
Birêz Hêvî teqez dike ku şer li dijî debara jiyana şêniyên kurd tê kirin.
Ev şer jî bi armanca astengkirin û feqîrkirina şêniyan tê kirin ku di encamê de şêniyan koçber bikin.
Bi taybet di werza zeytûnan de ku jêdera sereke ya şêniyan in tê kirin û wiha dewam kir; ji beriya du rojan nirxê zeytê daxistin ku li beramberî wê dolar gihîşt 714 lîreyên Sûrî.
Bazirganê ku di bin serpereştiya dagirkeriya Tirkî de zeytê dikire, rasterast 10$ ji tenekeyê zeytê kêm kir ku nirxê wê li derdora 12/13 hezaran sekinî ango heqê kurtikekî.
Nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyên agahdarî civînê waliyê Tirkî bi bazirganan re ragihand ku kêmkirina nirxê tenekeyê zeytê piştî ku waliyê Tirkî li Efrînê civînek ji bazirganên diyarkirî re li dar xist, tê, ku ji wan xwest kirîna zeyta sûper a asîda wê sifir e, rawestînin û nirxê wê niha 32$ û tenê zeyta ji pileya 2 û 3 bi armanca nirxşikandinê, bikirin.
Di heman civînê de biryar hat girtin ku 5$ ji nirxê şûşeyên zeyta ji pileya 2 û 3’ê were kêmkirin ango 12 hezar lîreyên Sûrî.
Lê belê berî ew biryar dekeve, şûşeya zeyta sûper bi 19 hezar û yên pileyên jê kêmtir bi 16/17 hezar lîreyên Sûrî bû.
Li kêleka wê, waliyê Tirkî milîsên Îslamî agahdar kirin ku baş li tomarnameyên ofîsên barkêşiyê meyze û kontrol bikin û nehêlin ku çiqasiyên mezin ji zeytê ji Efrînê ber bi herêmên rêjîmê û rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî ve werin şandin da ku karibin bi nirxê kêmkirî yê zeytê kontrol bikin û debara jiyanê li ser cotkarên kurd zehmet bikin, xizan bikin û neçarî koçberiyê bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a têkildarî weşandina nûçeyên derbarê binpêkirinên li Efrînê ye, raporek amade kir û di rapora xwe ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Tirkiyê bi rêya meclisên navxweyî, biryarên girêdayî bazirganiya giştî ji madeyên xwarin û çandiniyê fer kirin ku tenê bazirganî bi rêya wekîlên diyarkirî ji aliyê wan ve û bi kordîne û alîkariya rêveber û serpereştên meclisan navxweyî derbasdar e û ji derveyî wê nabe ti kes bazirganiyê bi van madeyan bike”.
Rêxistina mafnasî di rapora xwe de da zanîn ku di werza zeytûnan a borî de bazirganekî niştedagîr bi navê ” Tamir kirîdî” diyarker bû û tenê wî zeyt bi rêya navbeykaran ji Efrînê dikirî û derbasî Tirkiyê dikir.
Piştre li gorî pîvanên navdewletî û bi şehadeteke berhemanînê ya Tirkî û zext e derbasî welatên cîhanî kir.
Dewleta Tikrî ji vê proseya derfirotina zeytê, dahatiyên malî mezin derdora 200 milyon dolar Amerîkî qezenc kir.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu di rûniştineke parlemanî de ya 24’ê vê mehê bi diziya welatê wî ya zeyta zeytûnan ji herêma Efrîna dagirkirî li xwe mukur hat û got ku wan zeyt firot dewletên cîhanê û wiha dewam kir; hikûmeta Tirkiyê zeyta zeytûnan a ku milîsên Îslamî ya girêdayî artêşa wî ji Efrînê dizîn, difiroşe derveyî Tirkiyê.
Di rûniştinê de endamên opozisyonê Mevlüt Çavuşoğlu rexne kirin û gotin ku nabe hikûmet bi qezencên firotina zeyta zeytûnan alîkariyên xizmetguzariyê li Efrînê pêşkêş bike.
Efrîn li Sûriyê di berhemdana zeyta zeytûnan de, rêza duyemîn digire ku hejmara darên zeytûnê digihêje 18 milyon darî û jêdereke sereke ya piranî niştecihên wê ye.
Çavdêr dibêjin ku rastîhevhatina berjewendiyên navdewletî û herêmî bû sedem ku rê ji hevalbendiya hikûmeta Tirkî ku AKP û MHP’ê pêk tê, vekir û hebûna kurdan li Efrînê rakirin.
Di 20’ê Çileya 2018’an de, artêşa dagirkeriya Tirkî pev milîsên Îslamî yên tundraw di bin navê” Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” de êrîşî herêma Efrînê kirin û piştî derbasbûna 2 mehan ji berxwedana YPG’ê di 18’ê Adara 2018’an de bi temamî hate dagirkirin.
Berî ku Efrîn were dagirkirin, bi sîstema Rêveberiya Xweser dihat birêvebirin û şêniyên wê di dirêjahiya salên aloziya Sûrî de bi ewle û istiqrar dijîn.