Afrinpost ragihand ku Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî roja Sêşemê waşand ku hêzên wan di 25’ê Mijdarê de operasyoneke leşkerî li dijî çekdarên milîsên” Lîwa Weqas” li gundê Tiwês ê herêma Mariê pêk anî ku di encama wê de 5 çekdar kuştin û 6 jî birîndar kirin.
Her wiha di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku hêzên wan êrîşên milîsan ên li ser gundê Malikiyê li navçeya Şera têk şikandin. Lê zêde hêzên artêşa dagirkeriya Tirkî gundê Merenazê yê navçeyê topbaran kir.
Girêdayî wê di 17’ê Cotmeha derbasbûyî de hêzên me êrîşeke moşekî li dijî xalên leşkerî yên li eniya gundê Tiwês ê rojhilatê bajarê Marihê pêk anî ku di encamê de 6 çekdar ji milîsên ” Lîwa Weqas” hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Di heman demê de Hêzên Rizgariya Efrînê êrîşên xwe li dijî xalên milîsên Îslamî li gundewarê Efrînê û giştî gundewarê bakurê Helebê ji destpêka dagirkeriya Tirkî ji herêmên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî re, xurt kirine.