250 darên zeytûnê li gundê Çûbana bi awayekî zordest hatin birîn

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên Îsamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn çarçoveya karên birîna darên zeytûnê yên zeviyên koçberên Efrîna dagirkirî berfireh dikin. Ev birîna zêde ya darên zeytûnê ji pişt daxwaza êzingên germkirinê tê û bi taybet piştî ku nirxê bermîlê mazotê 100 hezar derbas kir.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Raco ragihand ku milîsên “Feyleq El-Mecid” ku serkêşê wê “Ebû Adil”e 250 darên zeytûnê li dorhêla gundê Çûbana bi armanca firotinê, birîn.

Bûyera birîna daran piştî bilindbûna nirxê mazotê her wiha ji ber qezenceke darayî( malî) mezin ji çekdaran re tîne, zêde bûye.

Darên zeytûnê yên ku hatine birîn ên zeviyê şêniyê bi navê ” Ehmed Elo” ji şêniyên gundê Kêla yê girêdayî navçeya Bilbilê ne ku ji demeke dirêj ve li Ewropa dijî. Nûçegihan diyar kir ku milîs di dema heyî de bi armanca bêtir milkên koçberan bi tuhmeta girêdana wan bi PYD’ê re desteser bikin û sûdê ji berhemên wan bigirin, cerdeke nû ji zeviyên zeytûnan re çêdikin.


Li ser vê bingehê çekdaran werşeyên kar ji bo birîna daran ji daristanên Efrînê û êzingan li navendên neguhêr li aliyên gundan ava kirine. Çekdar her toneke êzingên darên serû û merxan bi nirxekî di navbera 20 heta 30 hezar lîreyên Sûrî difiroşin û çiqasiyên mezin ji darên birî bo Tirkiyê bi armanca çêkirina komirê tên şandin.قطع

Post source : Taybet

Related posts