Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên dagirkeriya Tirkî 6 kes ji niştedagîran di nava wan de 4 jin di avahiyeke li nava Efrînê bi tawana bikaranîna qehbetiyê girtin.
Nûçegihan diyar kir ku yên bi navê ” lêkolînên polîsên leşkerî” îro 4 jinên ji gundewarê Şamê li taxa Mehmûdiyê di avahiyeke li dorhêla gerînendetiya çandiniyê lê zêde 2 niştedagîr ji herêma rojhilat in ku di heman avahiyê de bûn, girtin.
Di nîvê Adara 2018’an de rewşên avêtina zarokên nûbûyî li cihên giştî hatin dîtin. Her wiha termên jinan ku di rewşên ne diyar de hatin kuştin û li cihên asê hatibûn dîtin. Rewşên bi rengî di dema Rêveberiya Xweser de ku bajar bi şêniyên xwe yên resen time bû, nedihat dîtin.
Di vê çarçoveyê de çalakvanine navxweyî teqez dikin ku serkêşên milîsên Îslamî gelek kerxane bi bin navên “malên şehîdan”de û bi hinceta hewandina jinebiyên kuştiyên xwe û bi taybet li taxa Mehmûdiyê û navenda çandê û taxa Eşrefiyê vekirine. Ev yek jî li ser malperên tevna civakî yên girêdayî milîsên hevrikên hev ku hev du bi vî rengî riswa dikin, aşkere dibe.