Li gundê Matîna niştedagîr beramberî derketina ji malên kurdan pereyan dixwazin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Li gundê Matîna yê girêdayî navçeya Şera, xwediyên çekdarên ku tevlî şerê dagirkeriya Tirkî bûne, qebûl nekirin ji sê malên ku desteser kiribûn, bêyî ku pereyan bibin derkevin.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şera ragihand ku malbatên nîştedagîr razî nebûn ku sê malên gund vala bikin û radestî xwediyên wan ên li gund in, bikin.


Malbatên nîştedagîr beramberî derketina wan ji malên ku desteser kiribûn, 200 hezar lîreyên Sûrî xwestin.


Nûçegihan diyar kir ku niştedagîran gef li xwediyên malan xwarin û gotin ku eger pereyan nedin, ew ê malên wan bişewitînin û wêran bikin. Gundê Matîna ji aliyê milîsên “Firqeya Sûltan Mûrad ” ve hatiye dagirkirin û li malên gund xelkê gundewarên Hums û Şamê hatine bicîkirin.


Niştedagîrên ji malbatên çekdaran ji Adara 2018’an ve bi hinceta ku xwediyên wan bi Rêveberiya Xweser û PYD’ê re kar dikirin, dest danîne ser malên koçberên Efrînê û tê de dijiyan.


Di vê çarçoveyê de, heman rewş wek vê Afrinpost pê hat agahdarkirin ku di 19’ê Mijdarê de çekdaran bi zanabûn xwediyên malên ku ji aliyê niştedagîran ve hatibûn desteserkirin, şantaj kirinku li taxa Mehmûdiyê serkêşekî milîsên”Ehrar El-Şerqiyê” bi şêniyekî kurd re peywendî çêkir da ku vegere û mala xwe ya li dorhêla şirketa kehrebeyê radest bibe da ku tevlî şerê dagirkeriya Tirkî ya bi navê “Kaniya Aştiyê” bibe ku mal veguherandibû navendeke leşkerî

Post source : taybet

Related posts