Dagirkeriya Tirkî ji milîsên Îslamî yên li Efrînê 2000 çekdar dixwaze da ku li şûna kuştiyên rojhilatê Furatê dagire

Dagirkeriya Tirkî ji milîsên Îslamî yên li Efrînê 2000 çekdar dixwaze da ku li şûna kuştiyên rojhilatê Furatê dagire
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Hêzên dagirkeriya Tirkî ji serkêşên milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn yên bi navê ” Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” ên li herêma Efrînê xwestin ku hejmareke din ji çekdaran ji bo ku ji şerên dagirkeriya herêmên rojhilatê Furatê re bişînin, amade bikin.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêmê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî derdora 2000 çekdar ji milîsên li Efrînê xwestin da ku veguhêzin eniyên şer û beşdarî şerê dagirkeriya Tirkî ji rojhilatê Furatê re bibin.


Nûçegihan da zanîn ku ji ber vê yekê beşeke mezin ji çekdaran bi zanabûn xwe ji ber çavan didin alî, cilên leşkerî ji xwe datînin û riyên xwe kur dikin. Ev rewş bi taybet piştî bêtir termên kuştiyên milîsan ji rojhilatê Furatê hatin Efrînê derket.


Nûçegihan teqez kir ku roja Duşemê, 18 termên kuştiyên milîsên Îslamî yên ku beşdarî dagirkeriya Tirkî ji herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bûne, gihîştin Efrînê û wiha dewam kir; kuştî girêdayî milîsên ” Cebhe El-Şamiyê” bûn û li ser sê otomobîlên ji cureya Toyota barkirî bûn û berê xwe ber bi nexweşxaneya Ş. Ferzende bûn da ku wan têxin frîjeratoran(selace) bikin û piştre veşêrin.


Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn di navbera 21’ê Mijdarê heyanî 23’ê Mijdarê de, bêtirî 17 kuştiyên ku di şerê dagirkirina rojhilatê Furatê de hatibûn kuştin, gihîştin Efrînê û hatin veşartin.

Post source : Taybet

Related posts