Photo Credit To ajansa Zeytûn
Afrinost-Taybet
Her çend rojan û li pey hev karwanên kuştiyên milîsên Îslamî yên ku di şerê dagirkeriya Tirkî li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî de hatine kuştin de, tên herêma Efrîna dagirkirî.
Li gorî çavdêrîkirina nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêmê, roja Duşemê bi nîvro termên 18 kuştiyên çekdarên milîsên Îslamî yên ku beşdarî dagirkeriya Tirkî li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bûne, gihîştin Efrînê.
Nûçegihan teqez kir ku kuştî girêdayî milîsên “Cebhe El-Şamiyê” ne, li ser 3 otomobîlên ji cureya Toyota barkirî bûn û ber bi nexweşxaneya Ş. Ferzenda ve diçûn da ku wan têxin frîjeratonên(selace) miriyan û piştre veşêrin.