Wezîrê karên derve yê dagirkeriya Tirkî bi diziya zeytûnên Efrînê li xwe mukur hat Afrinpost-Şopandin

Photo Credit To nêt

ِAfrinpost

Wezîrê karên derve yê dagirkeriya Tirkî bi diziya zeytûnên Efrînê li xwe mukur hat Afrinpost-Şopandin
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu li xwe mukur hat ku hêzên dagirkeriya Tirkî zeyta zeytûnan ji herêma Efrînê dagirkirî dizîn û derfirotin dewletên cîhanî.


Çavuşoğlu li pêşiya parlemanê got ku hikûmeta Tirkiyê zeyta zeytûnan a ku milîsên Îslamî ya girêdayî artêşa wî difiroşe derveyî Tirkiyê.


Çavuşoğlu rastî rexneyên endamên opozisyona Tirkî û nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin ku hikûmeta Tirkiyê bi dahatiyên firotina zeyta zeytûnan, karên xizmetguzariyê li Efrînê pêşkêş dike.


Efrîn li Sûriyê di rêza duyemîn a berhemdana zeyta zeytûnan de tê ku hejmara darên zeytûnê digihêje derdora 18 milyon dar û weke jêdereke sereke ya debara piraniya şêniyên wê ye.


Milîsên Îslamî erdên çandiyê, zeviyên zeytûnan û hemû werzên din ên ku xwediyên wan bi darê zorê koçber bûne, desteser dikin û niştedagîran li ba xwe weke karker dixebitînin.


Bi destpêkirina werza zeytûnan re, niştedagîran pev milîsên dagirkeriyê yên ku diziyê weke kar ji xwe re dibînin, berê xwe dan erdên zeytûnan li tevahî gund û navçeyên Efrînê, zeytûn dizîn û çiqasiyeke mezin ji berjewendiyên xwe re firotin.


Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, milîsên Îslamî bi serpereştiya dagirkeriya Tirkî, gund û navçeyên Efrînê di navbera xwe de parve kirin û her milîsinan cihek ji xwe re weke navend vediqetînin û mal û milkên wan navçeyan talan dikin û didizin. Her wiha xanî û erzaqên wan desteser dikin û li ser niştedagîrên girêdayî çekdarên wê belav dikin.


Afrinpost di Adara 2019’an de ragihand ku ji ber diziyê, zirarên werza zeytûnan a werza 2018 gihîşt bêtirî 109 milyon euro.


Çekdar zeytûnên ku didizin difiroşin dagirkeriya Tirkî. Di vê çarçoveyê de ajansa Anadolê ya girêdayî rêjîma Tirkî beriya niha raporek belav kir ku mukurhatineke navxweyî ya diziya zeytûn û zeyta herêma Efrînê dagirkirî nîşan dide. Di rapora ajansa Abadolê de hat xuyakirin ku piştî dagirkirina Efrînê derfirotinên zeyta zeytûnan a dagirkeriya Tirkî zêde bûne û wiha dewam kir; derfirotina zeytûnên şîn ên ji bo xwarinê di navbera Cotmeha 2018 û Adara 2019’an de ango dema ku tê de zeytûn tên çinîn, zêde bûne.


Têkildarî wê, ajansa Tirkî broşorek belav kir ku tê de wiha anî ziman: Derfirotina zeytûnên şîn ji Tirkiyê di navbera Mijdara 2018’an heyanî Adara 2018’an digihîşt bêtirî 35 hezar ton lê belê piştî dagirkirina Efrînê gihîşt bêtirî 51 hezar ton.


Dahatiyên malî jî yên ku ji wê zêdebûna derfirotina zeytûnan li dagirkeriya Tirkî vegeriya, gihîşt bêtirî 10 milyon dolar ku berê 70 milyon dolar jê digirt û li gorî ku hikûmeta Tirkiyê li xwe mukur tê di dema pêş de wê bigihêje 80 milyon dolar û ev zêdebûna tenê ji derfirotina zeytûnên şîn bêyî zeytê tê.

Post source : ِAfrinpost

Related posts