Milîsên Îslamî halxweşên Efrînê armanc digirin û direvînin

Milîsên Îslamî li Efrînê yên rewşa wan a madî baş e armanc digirin û direvînin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn di nava hefteyekê de 5 şênî di nava wan de 3 bazirgan û yên rewşa wan a madî baş e, bi armanca ku pereyan beramberî serbestberdana wan, ji xwediyên wan bi dest bixin, revandin.


Û beriya hefteyekê milîsine Îslamî 4 şênî ji bajarê Efrînê ku ji şêniyên gundê Qeretepe yê girêdayî navenda Efrînê revandin.


Ji nava kesên revandî, bazirganê zeytê “Ebid El-Hewa” ji eşîra Umêrat û xwediyê kargeha bêrînê “Fûad Umer” hatin naskirin û li gorî nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêmê, revandiyên din jî hê nehatine naskirin.
Di demeke ku çarenûsa şêniyê bi navê Fûad Umer ne diyar e, çekdar peywendiyan bi xwediyên Ebid El-Hewa re dikin da ku li ser pereyên serbestberdana wî li hev bikin.


Li gorî agahiyên heyî, çekdar 100000$ Amerîkî dixwazin.


Girêdayî wê, ciwanê bi navê Mihemed Şêx Zînel lawê şêx Tahir ji şêniyên gundê Hebo yê girêdayî navçeya Mabeta di 17’ê Mijdarê de hat revandin.


Mihemed li bajarê Efrînê bazirganiya zeyta zeytûnan dike. Heta niha çarenûsa wî ne diyar e û tê tercîhkirin ku dê fidyeyeke malî mezin ji xwediyên wî were xwestin.
Lê zêde milîsên “Emin Siyasî” ciwanê bi navê Şewqî Xelîl duh piştî ku 500$ da, serbest berdan.


Tê zanîn ku milîsên “Firqeya El-Hemze” şêniyê bi navê Seîd Mecîd ji 11’ê Mijdarê ve revandine. Ew ji şêniyên gundê Etmana û xwediyê guvaşgeha zeytûnan li bajaroka Raco ye. Milîs beramberî serbestberdana wî 15000$ dixwazin.

Post source : Taybet

Related posts