Dagirkeriya Tirkî ofîsek ji bo tomarkirina malbatên niştedagîr ên ku dixwazin biçin rojhilatê Furatê vekir

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Dagirkeriya Tirkî ji bo tomarkirina navên niştedagîrên ji malbatên çekdaran ên beşdarî dagirkeriya Tirkî ji rojhilatê Furatê re bûne, ofîsek li taxa Eşrefiyê vekir.


Li gorî nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrîna dagirkirî, ofîs bi armanca şandina malbatên çekdaran bo herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî hat vekirin.
Ev gav ji ber zora xwepêşandanên jinên niştedagîr ên ku li taxa Mehmûdiyê hatin birêxistinkirin hat avêtin.


Beriya ku ew ofîs were vekirin, jinên çekdaran 3 xwepêşandan ji bo ku biçin gel xwedî û hevjînên xwe yên çekdar ên ku beşdarî êrîşên dagirkeriya Tirkî ji herêmên bakur û rojhilatê Sûrî re bûne, bi rêxistin kirin.


Di 16’ê Mijdarê de, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku leşkerên dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn, grûpeke jinên niştedagîr ku li taxa Mehmûdiyê ji bo daxwaza civandina bi xwediyên xwe yên çekdar re, kom bûbûn, ji hev kir.


Nûçegihan diyar kir ku wê demê leşker û çekdarine milîsên “Firqeya El-Hemze” grûpeke niştedagîran ji xwediyên çekdarên “Ehrar El-Şerqiyê” bi armanca şandina wan bo herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî yan jî law û hevjînên wan ên çekdar vegerînin gel wan ango vegerînên Efrîna dagirkirî, ji hev kir.


Van xwepêşandan di nava çekdarên li Efrînê mane de rewşeke bi tirs çêkir û bi taybet bi berdewamiya hatina kuştiyên milîsên Îslamî ji şerê rojhilatê Furatê yê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ku ji ber vê yekê gelekan ji wan xwe ji ber çavan dan alî.


Nexweşxaneyên herêma Efrîna dagirkirî, rojane termên kuştiyên ji rojhilatê Furatê tên, pêşwazî dike.
Termên kuştiyan bi bêdengî û bi şev tên veşartin û bi taybet li goristanên navçeya Cindirêsê, Mabeta û taxa Zîdiyê ya li bajarê Efrînê.

Post source : Taybet

Related posts