Afrinpost-Taybet
Li herêma Efrîna dagirkirî, cotkar ji ber bilindbûna nirxên sotemeniyê û bi taybet piştî dagirkeriya Tirkî ya bi navê ” Kaniya Aştiyê” ji herêmên Rojhilatê Furatê re, nirxê bermîlê mazotê gihîşt 104 hezar lîreyên Sûrî.
Ev bilindbûn ji ber qutbûna rêya navdewletî(duwelî) û bacên ku rêbendên milîsên dagirkeriyê li ser barkêşên sotemeniyê berî ku derbasî Efrînê bibin, tê.
Bi bilindbûna nirxên sotemeniyê re, nirxên ajotina cotê darên zeytûnê gihîşt nêzîkî 375 lîreyên Sûrî li ser her darekê. Di dema rêveberiya xweser de ajotina cot 60 lîreyên Sûrî bû.
Bilindbûna madeyên sotemeniyê aliyekî paşdeçûna aborîya niştecihên Efrînê yên resen nîşan dide. Ev paşdeçûna aborî ji ber siyasetên dagirkeriya Tirkî yên ku bi armanca serîtewandina şêniyan têne kirin, çêbûye.
Milîsên dagirkeriya Tirkî bi zanabûn traktorên çandiniyê ji bo karên ajotina cot û veguhestina êzingan bi belaş(bê pere) bi kar tînin.
Weke mînak li gundên Werka, Xelîlanka, Qûta û Bîbaka, xwediyên traktoran neçar dimînin ku êzingan bi belaş ji milîsên ” Firqeya Sûltan Mûrad” û milîsên ” Feyleq El-Mecid” re veguhêzin.
Her wiha li gundên Emara û Şêxûtka, xwediyên traktoran ji neçarî erdên ku milîsên “Ceyş El-Nuxbe” desteser kirine, bi belaş cotê wan dajon.
Di nava werza heyî û ya derbasbûyî de, milîsên Îslamî erdên çandiniyê û zeviyên zeytûnan û berhema hemû werzên çandiniyên din ên koçberên Efrînê ku bi darê zorê ji herêma Efrîna dagirkirî derketine, desteser kirin û niştedagîr li ba xwe weke karker xebitandin.
Ji dema dagirkirina Efrînê ve, milîsên Îslamî di bin serpereştiya dagirkeriya Tirkî de, gund, navçe û bajarokên Efrînê li hev parve kirin û mal û milkên kurdên koçberkirî desteser kirin. Her wiha xanî û erzaqên wan jî li ser niştedagîrên çekdaran belav kirin.
Afrinpostê di Adara 2019’an de ragihand ku zirarên werza zeytûnan a sala 2018 ên ku ji ber dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên girêdayî wê û niştedagîrên ku piraniya wan ji malbatên çekdaran e, gihîşt bêtirî 109 milyon euro.
Bi destpêkirina werza zeytûnan a sala 2019 re, niştedagîran pev milîsên dagirkeriyê ku diziyê ji xwe re weke kar dibînin, berê xwe dan zeviyên zeytûnan ên tevahiya gundan û bi taybet ên navçeya Bilbilê ku berhemên darên zeytûnan dizîn û çiqasiyeke mezin ji berjewendiyên xwe yên taybet re firotin.