Milîsên dagirkeriyê ciwanekî kurd li gundê Upila revand

Photo Credit To faceooke

Afrinpost
Li gorî rêxistineke mafnasiyê ku binpêkirinên li Efrînê tên kirin dişopîne, grûpeke çekdar a girêdayî milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn, şêniyekî kurd dema ku ji ser karê xwe dihat girtin û birin cihekî ne diyar.


Rêxistinê diyar kir ku milîsan roja Pênşemê di 21.11.2019 şêniyê bi navê Mihemed Reşîd Mamo ji şêniyên gundê Upila yê girêdayî navçeya Bilbilê ye, dema ku ji ser karê xwe yê li gundên navçeyê pev şêniyekî din li ser motorsikletê girtin.


Milîsan bi otomobîleke ji cureya centerv yeke reng zîvî, derdora saet du piştî nîvro rê li pêşiya motorsikleta wan girt.


Di otomobîlê de 6 çekdar hebûn ku bi xwe re belgeyeke muhrkirî ji milîsên “Sûltan Mûrad” rakiribûn û ji her duyan xwestin ku pê re siwar bibin da ku çend pirsan ji wan bipirsin.


Rêxistinê da zanîn ku dema di rêbenda derbasgeha bajarê Efrînê re derbas bûn, rêbenda eminî agahdar kirin ku ew girêdayî milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ne û wiha dewam kir; piştî rêbend derbas kirin, ajokarê motorsikletê berdan û Mihemed birin cihekî ne diyar û ta belavkirina raporê cihê Mihemed nehatiye zanîn.


Ciwanê kurd Mihemed Reşîd Mamo weke dilxwaz di ” Tîma Lûqah Sûriyê” de dixebite. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, hat girtin û mehekê bi tuhmeta erka xweparastinê ya rêveberiya xweser di zîndana dagirkeriyê ma.


Piştî wê ji aliyê dadgeha dagirkeriyê ya leşkerî ve, beramberî garantiyeke diravî(malî) ku ew jî weke fidyeyekê ye ku heta bêgunehiya kesê girtî ji tuhmetê neyê teqezkirin, jê re nayê vegerandin, serbest hat berdan.

Post source : çalakvan

Related posts