Photo Credit To Nêt
Afrinpost
Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku grûpeke çekdar a girêdayî milîsên ” Firqeya El-Hemze” bi ser gundê Basûtê de girtin û 4 kes ji şêniyên gund revandin û birin zîndanekê li navenda bajarê Efrînê û wiha dewam kir; milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî li nêzîkî gundê Miska Jorîn a girêdayî navçeya Cindirêsê bi hezaran ji darên çiyayî û yên daristana birîn. Her wiha bi hezaran darên nêzîkî gundê Çûbana ya navçeya Cindirêsê birîn.
Milîs daran qut dikin û weke êzing difiroşin.