Navçeya Raco ji xwediyên fîstanên kurt “DAIŞ” re bû stare

Navçeya Raco ji xwediyên fîstanên kurt "DAIŞ" re bû stare
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Roj pey roj gelek navên endamên DAIŞ’ê yên ku derbasî herêmên dagirkeiya Tirkiyê bûne û ji xwe re kirine stare, aşkere dibin.


Ji Idlibê bigire heya Cerablusê û heta her du bajarên ku dewleta tirk û milîsên wê yên îslamî li vê dawiyê dagir kirine, hebûna Daiş’ê derdikeve holê.


Di vê çarçoveyê de, du çavkaniyên belgekirî ji nûçegihanê Afrinpostê re teqez kirin ku endamekî naskirî yê DAIŞ’ê ” Ebû Yaqûb” hat dîtin ku li bajaroka Raco bi fîstanê xwe yê kurt yê taybet bi rêxistina DAIŞ’ê digere.


Her wiha careke din li “Dadgeha Leşkerî” ya girêdayî dagirkeriya tirk bêyî ku were naskirin bi çi karî ji aliyê istixbarata Tirkiyê ve hatiye erkdarkirin, hat dîtin.
Hinek malperên nûçeyan gotin ku bi karê ” berpirsê eminî” li Raco hatiye erkdarkirin.


Çavkaniyan dan zanîn ku bajaroka Raco û gundên girêdayî wê bi endamên DAIŞ’ê tijî bûne.
Endamên DAIŞ’ê bi taybetmendiyên xwe yên weke fîstanên kurt û bi xas bê pêlav li kolanan dimeşin û bi taybet di nava refên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” de ku piraniya wan ji parêzgehên Dêrazor, Hesekê û Reqa ne, cî girtine.


Afrinpost teqez kir ku “Ebû Yaqûb” li ba berpirsê ewlehî yê navçeya Raco Xalid Elûş”Ebû Silêman” yê girêdayî milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” dixebite.


Yê bi navê “Ebû Yaqûb” ji xetertirîn endamên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê bûn. Di dema desthilata DAIŞ’ê li Dêrazorê, roleke mezin di tevlîkirina xelkên wê herêmê de dilîst û ew bi xwe yek ji kesên pêşîn ên ku tevlî DAIŞ’ê bûne, ye.


Piştî ku rêxistina DAIŞ’ê li Baxozê li ser destên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê tune bû, revî herêmên dagirkeriya Tirk da ku li Efrînê tevlî nava milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bibe

Post source : Taybet

Related posts