Milîsên” Cebhe El-Şamiyê” ji kurdekî revandî 5000$ beramberî serbestberdanê, bi dest xistin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên” Cebhe El-Şamiyê” beriya sê rojan ango Yekşema derbasbûyî li bajarê Efrînê ciwanekî kurd girtin û beramberî fidyeyeke darayî ya mezin serbest berdan.


Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên”Cebhe El-Şamiyê” ku sermilîsê wê Ebû Elî Şiyê ye, li ser rêbenda çerxerêya Newroz şêniyekî kurd bi navê (X.M) revandin.


Milîsan ew şênî di heman rojê de û piştî ku 5000$ weke fidye da, serbest berdan.


Ciwanê bi navê(X.M) ji şêniyên gundê Dêr Siwan yê navçeya Şera ye. Ji ber ku rewşa wî ya madî baş e, beriya wê bi çend caran hatibû girtin û berdan.

Post source : Taybet

Related posts