Istixbarata tirkî 3 şêniyên kurd li Efrînê girtin

Photo Credit To Taybet

Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku istixbarata tirkî û milîsên bi navê” (emin el-siyasî)” yên girêdayî wê, roja Çarşemê bi sibê, ciwanekî kurd li Efrîna kevn girt û birin navenda xwe ya li nava bajêr.


Nûçegihan got ku ciwanê bi navê Şewqî Cemal Xelîl li mala xwe ya li taxa Efrîna kevn, li dorhêla firina Ebû Îmad bêyî ku nas bike sûcê wî çi ye, hat girtin.


Ciwanê kurd Şewqî li dukana sazkirina boriyên malan dixebitî.


Her wiha 2 kesên din ji şêniyên gundê Kurzêlê ku li Efrînê rûniştvan in, hatin girtin. Yek ji wan bi navê Ferzend e, ji aliyê milîsên” Polîsên Leşkerî”ve hat girtin. Piştî wê bi demekê milîsan ew beramberî 200$ amerîkî serbest berdan.

Post source : Taytbet

Related posts