Di topbarana li ser bajarê Til Rifetê de 3 zarok birîndar bûn

Photo Credit To Taybet-Afrinpost

Afrinpost-Taybet
Milîsên dagirkeriya tirk pêncşemê bi nîvro bajarê Til Rifetê yê Şehbayê, topbaran kir. Di encamê de 3 zarok birîndar bûn.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li Şehbayê ragihand ku milîsên îslamî yên bi navê” Ceyş El-Wetenî” bi topavêjê bajarê Til Rifetê topbaran kir.


Topek li nêzî dîwarê derve yên dibistaneke seretayî ket ku pê re 3 zarok bi sivikî birîndar bûn û wiha anî ziman:


Topek li nêzî dibistanê ket ku rewşeke tirsê li nava zarokên dibistanê çêkir, ji ber vê yekê rêveberiya dibistanê neçar ma ku şagirtan bişînin malê û topa duyemîn jî li nava bajêr ket, zirareke madî gihand malekê û camên dukanên bazirganiyê şikestin.

Post source : Taybet

Related posts