Niştedagîr bi armanca koçberkirinê bela xwe li kurdan didin … Dagirkerî jî çekdarek ku kesekî revandî di bin îşkenceyê de kuşt, serbest berda

Niştedagîr bi armanca koçberkirinê bela xwe li kurdan didin … Dagirkerî jî çekdarek ku kesekî revandî di bin îşkenceyê de kuşt, serbest berda

Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyên cuda hate agahdarkirin ku yên niştecihkirî ji malbatên çekdarên milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya tirk, hemû rê û rêbazên astengkirinê derheqê şêniyên kurd ên li Efrînê mane, dikin û wiha dewam kir:


Bi rêya van kiryaran dixwazin kurdan bixin rewşeke tengav û zorê bi armanca koçberkirinê li wan dikin. Ev hemû jî bi rêya siyaseteke bizanabûn ku istixbarata dagirkeriya tirk(Mîta Tirkî) li ser dixebite.


Ji ber vê yekê Mîta Tirkî gelek navendên xwe li Efrîna dagirkirî çêkirine da ku bi xwe serpereştiyê li ser planên koçberkirinê bike.


Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku çekdarekî milîsên ” Ehrar El-Şerqiyê” li taxa Mehmûdiyê êrîşeke bedenî bir ser kurdekî bi hinceta ku dema êzing bi birekê dibirî, qerebalix û tevlihevî derxist.
Çekdarê ” Ehrar El-Şerqiyê” ku eger ew sivîl parastina xwe bike, gefa kuştinê lê xwar. Di encamê de bi giranî ew kurd birîndar kir.


Piranî şêniyên kurd ên ku rastî êrîşan tên, ji ber nebûna zagon û serweriya tevliheviya bi çekê heye, bêdeng û stûxwar dimînin.


Ta niha ti çekdarekî êrîşkar ji ber wan kiryaran nehatiye darizandin.


Her wiha nûçegihan anî ziman ku gelek şêniyên kurd ji ber pevçûna lawên wan bi yên niştecihkiriyan re di zîndanên milîsên ” polîsên leşkerî ” de ji mehan ve û ta niha de mane.


Yek ji pirtirîn bûyerên balkêş zîndankirina kurdekî bû ku dema bi rê de dimeşî silimek di destê wî de hebû ji ber ku aliyekî silimê li niştecihkiriyekî ket, ev 6 meh in di zîndanê de ye.


Dagirkeriya tirk rê li pêşiya binpêkirinên milîsên xwe vekiriye ku ji ber vê yekê rewşên êrîş û bela xwe lêdanê derheqê kurdan de pir bûne. Herî dawî dagirkeriya tirk çekdarekî milîsên ” polîsên leşkerî ku bi navê ” Eyhem El-Qebah” ji bajarê Til Rifetê ye, ciwanekî kurd bi navê Mihemed Henîf û bi nasnava ” Hemade” naskirî ye, di bin îşkenceyê de di 9’ê Îlonê de kuşt, serbest hat berdan.

Related posts