Milîsên “Cebhe El-Şamiyê” 3 şêniyên kurd li gundê Kefercenê revandin

Milîsên "Cebhe El-Şamiyê" 3 şêniyên kurd li gundê Kefercenê revandin
Photo Credit To nêt

Afrinpost-Şopandin
Milîsên “Cebhe El-Şamiyê” yên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn, li gundewarê Efrîna dagirkirî, 3 şêniyên kurd revandin û birin navenda xwe ya revandinê.


Çalakvaninan ragihandin ku milîsine çekdarên “Cebhe El-Şamiyê” 3 şêniyên kurd ji gundê Kefercenê yê girêdayî navçeya Şera revandin û di heman proseyê de pev niştecihekî revandî birin navenda revandinê ya leşkergeha(muesker) Kefercenê


Çalakvanan kesên revandî belge kirin ku ew jî wiha ne: Welat Enwer 45 salî, Sadiq Hemdoş 55 salî, Mihemed Henan Hemdoş 29 salî li wan zêde yekî niştecihkirî bi navê ” Ebû Xalid” ji şêniyên Xûta ye, revandin.


Şêniyên kurd ên herêma Efrînê rastî gelek hemleyên girtin û revandinê li ser destên hêzên dagirkeriya tirk û milîsên îslamî ve tên.


Ev hemle bi armanca koçberkirinê û rêgirtina li pêşiya şêniyên koçber ên ku dixwazin vegerin cih û warê xwe têne kirin.

Post source : Şopandin

Related posts