Çekdarekî ji milîsên ” Feyleq El-Şam” li Mîdanekbezê êrîşî sivîlekî kir û got: Kombûna kurdan qedexe ye

Afrinpost-Taybet
Çekdarekî ji milîsên ” Feyleq El-Şam” ên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn, êrîşî şêniyekî kurd li bajaroka Mîdanekbezê ya navçeya Raco kir.


Li gorî nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeyê bûyera êrîşê wiha pêk hat:
Şêniyekî rûniştinek ji xelkê gund re çêkiribû, çekdar jê xwest ku rûniştina mêrên gund ji hev bike, daxwaza çekdar hat redkirin ku di encamê de êrîşî wê kesê ku rûniştin li dar xistibû, kir.


Nûçegiha nîşan da ku çekdarek ji ewlehiya milîsên ” Feyleq El-Şam” ji komeke xelkên gund ku li kolanê rûniştibûn ku ew jî li ba xelkên gundan tiştekî normal e, bi hinceta ku kombûn qedexe ye, xwest ku ji hev biqetin.


Dema ku şêniyê bi navê Selah Mihemed” Lawê Ebû Bedir” daxwaza wî pêk neanî, çekdar li wî da û bir navenda” Ewlehiyê” piştî wê serbest berdan.

Related posts