Niştecihekî got: “Îşallah sala bê em ti kurdekî li Efrînê nabînin”

Niştecihekî got: "Îşallah sala bê em ti kurdekî li Efrînê nabînin"
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Yekî niştecihkirî di dema axaftina xwe bi niştecihekî Efrînî re got: ” Îşallah sala bê em ti kurdekî efrînî li Efrînê nabînin. Ev axaftin di çarçoveya teqezkirina hewldanên yên niştecihkirî û razîbûna wan ji guhertina demografîk re ya dagirkeriya tirk li Efrînê li pêşiya tevahiya cîhanê pêk tê de, tê.


Di dema ku şêniyekî kurd ji Efrînê bi niştecihekî gundewarê Helebê yê bakur re diaxivî û got ku em hêvî dikin ku sala bê, rewş ji vê baştir be, ev axaftin derket.


Ji dema ku dewleta tirk Efrîn dagir kiriye û ta niha, milîsên Îslamî yên girêdayî ixwan misilmîn ku bi navê ” Ceyş El- Hur” naskirî ne, di bin serpereştiya istixbarata tirkî, malbatên çekdarên xwe anîn li gundên kurdan bi hewlên guhertina demografîk bi cî kirin. Ev hewldan bi rêya zext û binpêkirinên derheqê sivîlên Efrînê de wek dizî, talan û desteserkirina mal û milkên wan bi darê zorê da ku wan bidin koçberkirin.

Her wiha dagirkeriya tirk rê neda ku şêniyên Efrînê vegerin û hemû dergeh û rê li ser wan girtin. Tenê hinek şênî di rêyine Çandinî yên Zehmet lê zêde dayîna bertîlan bo çekdaran da ku rê ji vegera wan a cih û war vekirin.


Di hezîrana sala gorî de niştecihên Xûtaya Rojhilat û gundewarê Humsê li nava navçeya Mabeta xwepêşdan li dijî biryara derxistina wan ji navçeyê û radestkirina malên ku dest danîbûn ser li dar xistin û siloganên em dernakevin em dernakevin avêtiv. Wê demê malbatên niştecihkirî maline navenda navçeyê desteser kirin û bi hinceta ku ew mal ên malbatên şervanên YPG`ê û ji rêveberiya xweser ve nêzîk bûn, talan kirin.


Mehên derbasbûyî ji dagirkeriya tirk a 2018’an de hejmarên mezin ji xelkên gundewarên Hums, Şam, Hema, Dêra Zorê û Helebê ku lihevkirina bi rêjîma sûrî red kirin li Efrînê bi cî bûn. Wan malbatan mal û milk, erd û dukanên bazirganiyê desteser kirin û ji xwe re bi hevbeşdariya endamên milîsên îslamî yên tundrew bi kar anîn.

Post source : Taybet

Related posts