Istixbarata Tirkiyê 6 jinên kurd zîndan kirin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet

Dewriyeyên hevbeş ji istixbarata tirkî û ewlehiya siyasî

ya girêdayî milîsên îslamî hemleyeke girtinê berfireh li dijî jinên kurd li navenda bajarê Efrînê kirin ku di encamê de 6 jin girtin.


Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dewriyeyên hevbeş ji endamên istixbarata tirkî û çekdarên” ewlehiya siyasî” yên girêdayî milîsên îslamî hemleyeke biserde girtinê li dijî jinên kurd pêk anî.


Nûçegihan navên jinên girtî belge kirin ku ew jî wiha ne: Xedîçe Qere Elî, Emîne Qere Elî, Fedîle Mihemed, Fedîla Kirîko, Fedîle Sîdo û Heyat Qere Elî lê zêde yekî temen mezin ku temenê wî 80’î Nûrî Qere Elî girtin û

piştî wê li gorî Afrinpost bi bîr xist, duh serbest berdan.

Nûçegihan da zanîn ku hêzên dagirkeriya tirk piştî çend

saetan Fedîle Kirîko û Heyat Qere Elî serbest berdan lê belê jinên din girtî hiştin.

Milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn gelek gunehkarî derheqê jinên kurd de kirine.

Cara dawiyê li Mîdanekbezê roja Çarşema borî bû dema ku grûpeke çekdar ji milîsên ” Feyleq El- Şam bi ser malên hejmareke şêniyên kurd de çûn û bi rengekî tund êrîşî jineke ducanî kirin û zarokê wê ji ber avêtiv.

Post source : Taybet

Related posts